Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Ger cewher tune be tu qîmeta bedenê tune ye’

Girtiyên ku li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne, diyar dikin ku morala wan gelek xurt e. Girtî dan zanîn ku niha ew ji bo parastina hebûn û cewhera xwe bi bedena xwe têdikoşin lê ger cewher tunebe tu qîmeta bedenê tuneye û destnîşan kirin ku jiyana tê xeyalkirin ne bi mûcîzeyan bi têkoşînê pêkan e

Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 132’yan de didome. Her wiha bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan jî didome. Girtiyên k udi grevê de ne bi rêya malbat an jî nameyan derbarê çalakiyên xwe de agahiyan didin.

Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de ye jî Necla Atak e. Atak li Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê 94 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Atak di roja 57’an a grevê de nameyek nivîsand lê belê komîsyona xwendinê ya girtîgehê hin beşên nameya Atakê sansur kirin û mehek şûnde radestê malbatê kir.

A ku bedenê watedar dike cewher e

Atak di nameya xwe de têkildarî çalakiyê diyar kir ku niha ew ji bo parastina hebûn û cewhera xwe bi bedena xwe têdikoşin û wiha got: “Lê ger cewher tune be, tu qîmeta bedenê tune ye. A ku bedenê watedar dike cewher bi xwe ye. Loma … (hatiye sansurkirin)…. Ger pênaseya êşê bê pirsîn, her hal herî baş gelê kurd dikare êşê pênase bike. Çimkî bi salan e her cure êş dîtin. Lê belê tu carî dev ji berxwedanê bernedan. Kesayetiya çiyayên wan ew veguherandina kesayetên berxwedêr. 29 berxwedan ev kesayetî xurtir kiriye. (8 rêzik hatine sansurkirin)…”

Kurd li cîhanê aktoreke girîng e

Atak da zanîn ku niha gelê kurd di siyaseta cîhanê de aktoreke girîng e û wiha domand: “Ji bo mirov van tiştan bibîne, divê xwedî bîreke dîrokî be. Me tu carî bi rihetî hin tişt bi dest nexistine. Ji bo her destkeftiyê me bedêlên giran û mezin dan. Her bedêl têkoşîna me watedartir û pîroztir kir. Gelê me bi van bedêlan hay jixwe çêbû. Ji bo me jî ya esas ew e ku em layiqî van bedêlan bin û xeyalên wan zînde bikin. Pêvajoya heyî ji bo gelê kurd pêvajoyeke pir girîng e. An me yê kêliya heyî rast bixwenda û faşîzm têkbibira an jî wê li ber çavan faşîzm destkeftiyan birûxanda. Lê belê me ji berxwedana Zindana Amedê heta niha, mîrateya berxwedanê dewr girt û bi ruhê 14’ê Tîrmehê polîtîkayên faşîzmê fêm kir û ji bo serketinê me meşaleya serketinê vêxist. (5 rêzik hatine sansurkirin)…”

‘A girîng jiyaneke watedar e’

Her wiha Atak di dawiya nameya xwe de ev tişt vegot: “Ez jî li se rnavê xwe ji ber di vê pêvajoya dîrokî de cih girt kêfxweş im. Di jiyanê de ya girîng ne jiyaneke temendirêj e. Jiyaneke watedar e. Jiyaneke watedar jî, jiyana azad e. Loma mirovê zana dibêje ‘Jiyan; an ez ê bi awayekî azad te bijîm an jî qet.’ Em jî yan xwedî li rûmeta xwe derkevin û bijîn an jî em ê jiyana koletiyê tu carî qebûl nekin û ji jiyanê nehesibînin.”

‘Bi ruhê Newrozê berxwedanê bilind bikin’

Girtî Mîkaîl Mûngan ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejara 2 a Bandirmayê ji 5’ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye, bi rêya malbata xwe ya li Şirnexê dijî, derbarê çalakiya xwe de peyam şand. Mûngan ê di sala 2011’an de hat girtin û 36 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, diyar kir ku wan bi armanca şikandina tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin û ew di çalakiya xwe de bi israr in.

Mûngan bi rêya malbata xwe ev peyam da: “Em ji kevneşopiyek berxwedêr tên. Em şopdarên Hayrî, Kemal û Mehmet Tuncanin. Ew xeta me ya berxwedanê ye. Di vê xetê de pêşketin ji bo me rûmet e. Ocalan ji bo me xeta sor e û îfadeya rûmetê ye. Ji ber vê em bang li hemû kesan dikin ku xwedî vê çalakiyê derbikevin. Werin em bi ruhê Newrozê bibin yek û berxwedanê bilind bikin. Êdî em dawî li vî şerê qirêj bînin.”  

‘Jiyana tê xeyalkirin bi têkoşînê pêk tê’

Merge Polat ku li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê 75 roj in di greva birçîbûnê de ye nameyek şand.

Polat diyar kir ku moralê wan pir baş e û pir bi hêz in û wiha got: “Wexta min dest bi çalakiyê kir 58 kîlo bûm. Niha li dor 53 kîloya me. Tansiyona min di navbera 11.6-10.6’an de ye. Bi piranî serê sibehê bêhaliyek çêdibe. Lê di nav rojê de tim li ser pêya me û pirtûk dixwînim. Vîtamînan digirim, lê karbonatê nadin. Me maske jî xwest lê nedan, gotin tune ye. Nikarim hevalên din bibînim. Di warê biyolojîk û fizîkî de rewşa min wiha ye. Lê di warê zihnî de em di pêvajoyeke ku lêpirsan gelek tiştan dike de ne û hêzê li hêza me zêde dike.”

‘Serbilind be û bikene’

Polat gotina Berjîn Demîrkaya ku di jêrzemînên Cizîrê de hat şewitandin ‘Serbilind be û bikene’ bi bîr xist û wiha domand: “Jiyana tê xeyalkirin ne bi mûcîzeyan, bi têkoşînê pêk tê. Niha vê bedewiyê hîs dikim û heyecaneke pir mezin li min peyda dibe. Ev heyecan ji we jî dixuyê? Tu dibê qey dema hûn van rêzikan dixwînin, heyecan li we jî peyda dibe.”

Her wiha Polat destnîşan kir ku ji pirtûka ‘Yarin Bîzîmdîr’ gotina ‘Biqasî ji vî şerî hez dikim ciwan û biqasî ji mirinê natirsim extiyar im’ dubare dubare dixwîne û nameya xwe wiha bi dawî kir: “Leyla hat bîra min. Şerê wê ne şerekî bi hêza qebe ye. Şerê wê bi newaya orkesteraya gel ji Gallerê heta Hewlêrê di terhê reqseke rîtmîk de ye. Leyla navê evîna me ya li ser baskên çivîkekê û dengê rengvedana şerê me yê di bedenekê de ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar