Hevserokê DBP’ê yê Cizîrê Selahattîn Kolanç, ji bo ku îfade bide çû Miduriyeta Polîsan a Navçeyê lê li wir hat binçavkirin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Navçeyê Selahattîn Kolanç hat binçavkirin. Kolanç duh ji bo îfade bide çû Miduriyeta Polîsan a Navçeyê lê li wir hat binçavkirin. Kolaç ê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn, li bendêye ku îro îfade bide.
Hat diyar kirin ku Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeyê Guler Tunç jî dê di çarçoveya heman lêpirsînê de, îro îfade bide. ŞIRNEX