Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şervanên jin tola jinên êzidî hildidin

Fermandara HSD’ê Aryen Qamişlo têkildarî şerê li Dêrazorê axivî û diyar kir ku şervanên YPJ’ê di şerê tunekirina DAIŞ’ê de tola jinên êzidî hildane. Qamişlo da zanîn ku ew dixwazin roja Newrozê mizgîniya tunebûna DAIŞ’ê ragihînin

Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li dijî DAIŞ’ê li gundê Baxozê û herêma Hecînê yên Dêrazorê berdewam dike. HSD bi operasyonên leşkerî armanc dike dawî li hebûna DAIŞ’ê ya fîzîkî bîne. DAIŞ’ê ku 5 sal berê hîlafeta xwe îlan kir û li ser hemû gelê cîhanê tirs ava kir, niha kêliyên dawî dijî. Hilafeta DAIŞ’ê, bi pêşengiya Yekitiya Parastina Jin (YPJ) hildiweşe û têk diçe.

Fermandara HSD’ê ku li qada Dêrazorê di eniya pêş de şer dike Aryen Qamişlo, diyar kir ku DAIŞ bi destê jinê tune dibe.

Ji aliyê hişmendî ve hîn didome

Aryen Qamişlo anî ziman ku demek dirêj e hêza DAIŞ’ê ya mayî di qadek biçûk de asê kirine û wiha got: “Hêj li qadê şerê dijwar heye. Em dikarin bêjin DAIŞ tune bûye û xelas bûye. Erd û axa ku DAIŞ’ê di destê xwe de girtine êdî tune ye. Di milê fîzikî de têk çûye. Lê di aliyê hişmendî û bîrdozî de hebûna xwe berdewam dike. Bi awayekî dizî di milê leşkerî de xwe bi rêxistin dike. Li dijî van yekîneyan operasyon û têkoşîna me didome. Demek dirêj e em kesên xwedî vê hişmendiyê teslîm digirin. 8 sal in em li dijî vê hêz û hişmendiyê têdikoşin.”

Di axaftina xwe de Qamişlo destnişan kir ku dê di demek kin de DAIŞ’ê xelas bikin û agahiya mizgîniya xelaskirina DAIŞ’ê bidin û wiha lê zêde kir: “Lê DAIŞ têkçûna xwe qebûl nake. Hilweşina xîlafet û dewleta îslamê zora wan diçe. Şerê me yê li Baxozê didome. Operasyona me ji 3 milan ve didome. Ew çi bikin bila bikin êdî nikarin pêşve biçin. Em dê mizgîniya xelaskirina wan bidin.”

Jinên cîhanê li dijî DAIŞ’ê bûn yek

Fermandar Qamişlo bal kişand ser rol û rista YPJ’ê û wiha berdewam kir: “YPJ berpirsiyarî û rolek mezin da ser milê xwe. Vê bandor li ser tevahiya cîhanê kir. Ev bandora YPJ’ê ya li ser cîhanê didome. Ji ber ku hêza DAIŞ’ê têk bir hêza YPJ’ê ye. Ji ber ku hêza wan a li hemberî me şer bikin tune ye, vê carê sîvîlan li hemberî me dikin amûrê şer. Xwe dikin kilifê sivîlan û dixwazin xwe di nava me de biteqînin. Lê dîsa bi ser neketin. Li dijî DAIŞ’a ku bûbû tirsa cîhanê, hemû jinên cîhanê bûn yek û li dijî wan şer kirin.”

Aryen Qamişlo bal kişand ser êrîşa DAIŞ’ê ya di 2014’an de li dijî Şengalê pêk anî û wiha axivî: “Di 2014’an de li dijî warê êzidiyan êrîşek gelek mezin pêk anîn. Jin dîl girtin. DAIŞ’ên ku li Şengalê komkujî pêk anî, îro ji aliyê jinan ve dîl hatine girtin. Biwêjek kurdî heye ‘Dinya ne rojek û duroj e. Dinya bi dor e.’ Îro dor hatiye me. Me tola gelê êzidî û jinen êzidî hilda.”

29 hezar û 600 DAIŞ’î teslîm bûn

Qamişlo da zanîn ku bi operasyona dawî ya li dijî DAIŞ’ê 29 hezar û 600 DAIŞ’ê dîl girtine û got ku din ava wan de gelek kesên biyanî hene û wiha domand: “Ji bo em DAIŞ’iyên biyanî teslîmî welatên wan bikin ketine nava hewldanê. Welatên ku wan bixwazin û ceza bikin hewldanê me didome. Ger ku ev pêş nekeve em dê li Rojava dadgehê ava bikin û yek bi yek bidarizînin. Xebatên me yên dîplomatîk didomin. Divê welatên biyanî berpirsiyariyê bidin ser milê xwe.”

‘Em dixwazin roja Newrozê mizgîniyê bidin’

Her wiha Qamişlo diyar kir ku ew dixwazin roja Newrozê mizgîniya têkçûna DAIŞ’ê bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Daxwaza hemû hêza me ew e ku em di Newrozê de encamê aşkera bikin. Em dê hebûna DAIŞ’ê di Newrozê de tune bikin. Lê ev şer e. Dibe pêşketinên cuda jî derkevin holê. Pêşketinên ku em li heviyê ne jî dibe derkevin holê. Operasyona me bi hemû hêza xwe berdewam dike.”  DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar