Bavê Mazlûm Ûgûrlû yê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê deye Mehmet Can Ûgûrlû, bi armanca piştgirî dayîna girtiyan 5 rojan ket grva birçîbûnê. Ûgûrlû yê çalakiya xwe ya 5 rojan bi dawî kir, anî ziman ku berpirsiyartiyek mezin dikeve ser milê malbatan
Bavê Mazlûm Ûgûrlû yê di 1’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir Mehmet Can Ûgûrlû, bi armanca piştgirî dayîna girtiyan, ji bo 5 rojan dest bi greva birçîbûnê kiribû û şevê din ev çalakiya xwe bi dawî kir.
Bav Ûgûrlû diyar kir ku kurê wî bi hinceta parvekirinên meyda civakî ev nezî salekêye girtiye û wiha axivî: “Em ê li hemberî çalakiyên girtiyan bêdeng nemînin. Kurê min piştî demekê girtî ma, hat berdan. Dema li Meletî leşker bû, cezayê wî hat erêkirin û girtin. Divê demildest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Ez fikirîm ku divê hin tişt bên kirin û min li mala xwe dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Zarokên me bedena xwe ji birçîbûnê re razandine. Ma em ê çawan li malên xwe bi rehetî xwarinê bixin?”
Bav Ûgûrlû, banga, “Divê demildest ji bo vê pirsgirêkê çareserî bê dîtin” li desthilatedariyê kir û wiha got: “Em xwedî zarokên xwe derkevin. Ger tecrîd bişike, daxwazên wan bên qebûlkirin, em ê wê demê bêjin em xwedî li zarokên xwe derketin. Ji ber vê berpirsiyartiyek mezin dikeve ser milê malbatan.”MÊRDÎN