Operasyona leşkerî li Çiyayê Cûdî ya Sîlopî dest pê kir û helîkopter li herêmê guleyan dibarînin.
Hat diyar kirin ku li Girê Çolya yê Çiyayê Cûdî ya navçeya Sîlopî ya Şirnexê, operasyona leşkerî dest pê kir û helîkopterên leşkerî li herêmê guleyan dibarînin. Dem bi dem dengê gulebarana helîkopteran li navenda bajêr tê bihîstin. ŞIRNEX