Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

PAJK: Çalakiya Zulkuf bû bangeke mezin

PAJK di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di rojên beriya Newrozê de çalakiya Zulkuf Gezen a wekî ya Mazlûm Dogan, meşaleya ronahiyê ye û çalakiya wî bû bangeke mezin

Koordînasyona PAJK’ê derbarê Zulkuf Gezen ê ku li Girtîgeha Tekîrdagê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke fedaî pêk anî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PAJK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku çalakiya Gezen meşaleya ronahiyê ye û ev tişt diyar kir: “Li zindanan bi hezaran girtiyên PKK û PAJK’ê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê didomînin. Vê çalakiya berxwedanê ya ku heval Leyla Guven daye destpêkirin, bi çalakiya heval Zulkuf Gezen bû bangeke mezin.

Di rojên beriya Newrozê de çalakiya hevrê Zulkuf a wekî ya Mazlûm Dogan meşaleya ronahiyê ye, qet venamire. Çawa ku agirên li serê çiyayan hatibû vêxistin, bûbûn mizgîna hilweşandina Dehaqê zalim, ronahiya ku rêheval Zulkuf li zindanan ava kir jî dê perdeya bêdengiyê biqetîne û mizgîniya hilweşandina Erdogan bide.

Vê çalakiya hevrê Zulkuf qêrînek e ya ku diyar dike hebûna gelekî azadîxwaz tu carî nikare were înkarkirin. Dê giyana azadiyê ya kurdan di şexsê Mazlûm, Ronahî, Bêrîvan, Zekiye, Rahşan, Sema û Zulkufan de bidome. Heta tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin dê ev berxwedan bidomin.

Hevrê Zulkuf Gezen ê ku beriya Newrozê ala berxwedanê ji Mazlûm Dogan stend dê neyê jibîrkirin. Em soza xwe careke din dubare dikin ku em ê vê banga ku bûye sembola berxwedanê bi rojên serfiraziyê re tacîdar bikin.

Di serî de malbata wî em sersaxî ji hemû gelê kurd dixwazin. Em bang li hemû jin û ciwanan dikin ku xwedî li çalakiya hevrê Zulkuf derkevin û berxwedanê geştir bikin.”  BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar