PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Olûç: Çalakiyên grevê qonaxên krîtîk debas kirin

Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç derbarê rojevên heyî de nirxandin kir û bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûn. Olûç diyar kir ku Zulkuf Gezen li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî ye û got ku çalakiyên greva birçîbûnê hemû qonaxên krîtîk derbas kirin

Berdevkê HDP’ê Sarûhan Oluç, li navenda giştî ya partiya xwe derbarê rojevên heyî yên sereke de daxuyaniya çapameniyê da.

Olûç bal kişand ser çalakiya Zulkuf  Gezen ê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û revandina cenazeyê Gezen şermezar kir û wiha got: “Zulkuf Gezen li Girtîgeha Tekîrdagê, ji bo ku tecrîdê protesto bike dawî li jiyana xwe anî. Cenaze hate revandin û veşartin. Nebirin goristana malbatê jî. Nehiştin ku parlamenter biçin goristanê.”

Di berdewamê de Olûç bal kişande ser grevên birçîbûnên ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatine destpêkirin û bi bîr xist ku Guven ev 132 roj in di greva birçîbûnê de ye, li girtîgehan greva birçîbûnê ketiye roja 94’an û hemû qonaxên krîtîk derbas bûn.

Bang li Wezerata Dadê kir

Olûç got ku ew naxwazin jiyana yekkesî jî bikeve metirsiyê, bêyî ku zirar were ser tenduristiya yek çalakgerî ev pêvajo were temamkirin û di serî de Wezareta Dadgeriya tirk bang li rayedaran kir û wiha domand: “Ev daxwazeke hiqûqî û mirovî ye. Daxwazeke mafdar ku li gorî qanûn û destûra Tirkiyeyê, bi çarçoweya hiqûqa navneteweyî ya ku Tirkiye îmze xwe li ser daniye. Daxwazeke din tuneye, di serî de Wezareta Dadê divê rayedar girîngiyê bidin. Ji hêla civakî ve, ji hêla malbatan ve serdemeke nexweş tê jiyîn û dibe sedema şikestinên giran.”

‘Erdogan her roj heqeretê li gelê kurd dike’

Olûç bal kişand ser daxuyaniyên Erdogan ên li dijî partiya wan û da zanîn ku li pêşberî wan hişmendiyeke wiha heye ku rojê 3 caran li mîtîngan heqaretê li hilbijêrên HDP’ê, li 6 milyon hilbijêr, li 20 milyon mirov, li gelê kurd dikin û wiha pêde çû: “Mînaka vê ya dawî Tayyîp Erdogan got ‘HDP’ya bê dîn, bê îman, ateîst’. Pêşî vê bibêjim; kesê li pêşberî me aştiya giştî binpê dike, ev li dijî aştiya civakî dibe sûc. Ev gotina li HDP’ê tê maneya ku tevî malbatan ji 20 milyon zêdetirî alîgirên HDP’ê re dibêjin bê dîn, bê îman, ateîst. Li vir, bi dîn fitnê dike. Em ê di vê fitnê de nebin hevkarê wî. Em wî hewaleyî xwedê dikin.”

Dê qeyûman bişînin Enqereyê

Olûç têkilî hilbijartinên herêmê yên 31’ê Adarê jî got ku li gel hemû zext û zordariyên li ser partiya wan jî gel dê bersiva hewce bide û hemû qeyûman bişîne Enqereyê.

Olûç têkildarî Newrozê de wiha got: “Em ê li hemû bajaran Newrozê pîroz bikin. Ji niha ve Newroza hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz be. Em ê mîtîngên xwe yên dawî bi çarçoweya yasaya hilbijartinê bikin. 31’ê Adarê ji bo ku em encama herî baş bistînin, temam bikin.”

Dozger ji bo terfiyan lêpirsînan didin destpêkirin

Her wiha Olûç derbarê lêpirsîna ku li hemberî hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî hatî vekirin de jî diyar kir ku dozger ji bo ku terfî bibin derbarê wekîl û hevserokên wan de fezlekeyan hazir dikin û dişînin meclisê. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar