Gelê Hesekê Newroza 2019`an bi coşeke mezin pîroz dike. Di axaftinên li Newrozê de hat gotin ku Leyla Guven nûnertiya ruhekî nû yê berxwedana Newrozê û Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan dike û hat diyarkirin ku dê bi ruhê Newrozê tecrîda li Îmraliyê bişikê
Gelê Hesekê Newroza 2019’an bi dirûşma ‘Bi ruhê Newrozê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin’ di saetên serê sibehê de bi hemû pêkhateyên xwe berê xwe da cihê şahiyê li Stada Beledî ya bajêr û tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Pîrozbahiya Newrozê bi sirûda ‘Ey Reqîb’ dest pê kir. Paşê dayikên şehîdan agirê Newrozê pê xist.
Piştre nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo Newrozê hatin guhdarkirin. Piştî nirxandinên Ocalan Nûnerê Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl axivî.
Newroz li hemû gelan hat pîrozkirin
Xelîl Newroz li tevahî gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, şehîdên ku ji bo azadiyê, rizgarkirina gelê herêmê û jiyana hevbeş canê xwe feda kir, gelê Efrînê yê berxwedêr li Şehbayê, şervanên YPJ/YPG û HSD`ê pîroz kir.
Di axaftina xwe de Xelîl berxwedana Ocalan a di Girava Îmraliyê de, girtiyên di zindanan de li dijî tecrîdê li ber xwe didin, silav kir û wiha got: “Şehîd Zulkuf Gezen bû mînaka şikandina tecrîdkirina Ocalan. Serkeftina dawî dê Efrîn rizgar bibe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Berxwedana gelê me li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi taybet li Rojava didome. Ji bo parastina destkeftiyan, rizgarkirina Efrînê û avakirina sîstemeke demokratîk pêwîstiya me bi yekitiyê heye.”
‘Serkeftin a me ye’
Xelîl anî ziman ku dijmin di şexsê Ocalan de projeya demokratîk dike hedef û wiha domand: “Ji bo em hebûna xwe dewam bikin û dijminên xwe têk bibin, tiştekî girîng heye; ew jî divê tecrîdkirina rêber Ocalan were şikandin. Ji ber ku bi hebûna tecrîdê destkefiyên me dê biçin û gefên li dijî wan dê zêde bibin. Divê Efrîn rizgar bibe. Gelê Efrînê di nava 58 rojan de li dijî dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe da, di encama wê de hezar û 500 kes şehîd bûn. Rast e Efrîn hatiye dagirkirin lê em ê dagirkerên ku li dijî gelê me komkujî pêk anîn, derxin. Serkefin a me ye.”
Berxwedana Leyla Guven ruhê Newrozê nîşan dide
Endama Koordînasyona Kongreya Star Evîn Başo jî Newrozê li gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û destnîşan kir ku beşdarbûna hemû pêkhateyan ruhê biratiya gelan di bin neteweya demokratîk de dide diyarkirin.
Paşo da xuyakirin ku berxwedana ku Leyla Guven li dijî tecrîdê dimeşîne nûnertiya ruhekî nû yê berxwedana Newrozê û Kawayê Serdemê Mazlûm Dogan dike û wiha got: “Bi ruhê Newrozê û îradeya azad, biratiya gelan û Berxwedana Serdemê dê tecrîda li Îmraliyê bişikê.”
Her wiha tê payîn ku dê piştî pîrozbahiyê daxuyaniyek bi navê partiyên kantona Hesekê bê dayîn. HESEKÊ