Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Temellî: Tecrîdê rakin

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, li navçeya Hezo ya Êlihê bi gel re hat cem hev û bertek nîşanî tecrîdkirina Ocalan da. Temellî, ji hikûmet û wezareta dadê xwest tecridê rakin û wiha got: “Ji bo hûn Tirkiye ji pirsgirêkan xelas bikin divê hûn berê tecrîdê rakin. Heta ku tecrîd bidome, dê li vî welatî bê hiqûqî û bê edaletî jî bidome.” Afaftina Temellî, bê navber bi dirûşmeya “Bê serok Jiyan nabe” hat qutkirin

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, li bajaroka Kaniya Henê ya navçeya Hezo ya Êlihê tev li vekirina buroya hilbijartine ya HDP’ê bû. Temellî, di merasima vekirina Buroya Hilbijartinê de ji aliyê hezaran kesan ve bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Gel bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” Temellî pêşwazî kir. Piştî Temellî gihişt ber buroya hilbijartinê hêjmara girsê mezin bû û gihişt hezaran kesan. Li gel Temellî, namzetên hevşaredaran û parlamenterên HDP’ê jî tev li vekirina buroya hilbijartinê bû. Temellî, piştî gel silav kir, lêpirsîna ku Serdozgeriyê Komarê yê Tuncelî li wî vekiriye rexne kir. Temellî anî ziman ku çiqas lêpirsîn vedikin bila vekin lê di encamê de tê heqîqat bi ser bikeve û wiha got: “Hûn çiqas lêpirsînan vekin vekin, lê heqiqet dê bi ser bikeve û HDP dê bi ser bikeve.”

‘Tecrîdê rakin’

Temellî ewil polîtikayên AKP’ê yên tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rexne kir û wiha got: “Ji bo hûn Tirkiye ji van pirsgirêkan rizgar bikin divê hûn berî her tiştî tecridê rakin. Berpirsiyarê tecrîdê îktîdar e. Heta ku ev tecrîda mutlaq bidome bê hiqûqî û bê edaletî dê li Tirkiye berdewam bike. Ji ber ku tecrîd, çareserkirina pirsgirêka gelê kurd asteng dike. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe jî li vî welatî tu pirsgirêk çareser nabin. Ji ber tecrîd ranabe û pirsgirêka kurd çareser nabe her roj pirsgirêk zêde dibin. Betalî, xizanî zêde dibe. Krîza aborî û siyasetê kûr dibe. Berî her tiştî divê hûn tercîda mutlaq bi dawî bikin.”

Bi hezaran girtî di grevê de ne

Di dewama axaftina xwe de Temellî ev tişt anî ziman: “Hevseroka KCD’ê birêz Leyla Guven 132 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Bang li hemû cemaweriya Tirkiye û Cîhanê dike. Em deng tev li dengê wê bikin û bêtir dengê wê bilind bikin. Em têkoşînê tevli têkoşîna wê bikin. Ev têkoşîna edalet û hiqûqê ye. Îro bi hezaran girtî li girtîgehan bedena xwe daye ber mirinê û di grevê de ne. Duh me hevalekî xwe winda kir. Em li vir carek din bang li Wezareta Dadê û hikûmetê dikin. Tecrîdê rakin. Li vir canê mirovan li holêye. Mijara edalet û hiqûqê ye. Pêdiviyê edalet û hiqûqê pêk bînin. 4 sal berê maseya çareseriyê rakirin. 4 sal berê maseya hevditinê ji holê rakirin û tecrîda mutlaq dan destpêkirin. Ji wê rojê û heta niha bê edaletî û bê hiqûqê serdest e.”

Temellî, xwest li dijî faşîzmê mil bidin mil û bi hevre di hilbijartinê de faşîzmê têk bibin û HDP’ê bêtir bi hêz bikin. Temellî wiha got: “Serokomar Erdogan ewil ji Kurdan re got ‘Bicehimin biçin’. Niha jî ji HDP’iyan re dibêjin ‘Ev terorîst in’ û kurdan û HDP’ê dikin hedef. Em dibêjin em gel in. Gel li vir e. Kurd û tirk 72 miletên Tirkiye li vir e.”

Temellî anî ziman ku AKP’ê li her derê HDP kiriye hedefa xwe û êrîş dike û wiha berdewam kir: “Em dibêjin HDP ne terorîst e. Em ê dengê HDP’ê li her derê bilind bikin. Ji ber ku dengê heqîqetê ye. Heqîqet û HDP dê bi ser bikeve.”

Temellî, heri dawî bang li gelê Hezoyê jî kir û anî ziman ku HDP li gelê Hezoyê tê û wiha got: “Ji ber vê yekê yên hilberînin û yên bi rêve bimin dîsa em bi xwe ne. Em ê hemû rengên Tirkiye bên cem hev û li partiya xwe xwedî derkevin, li ax, av û welatê xwe xwedî derkevin. Hezo Ya Me Ye. HDP partiya heviyê ye. Her ku hêvî mezin bibe rêya aşti û demokrasiyê dê vebe. De terîd û faşîzm jî bişkê.”

Axaftina Temellî bê navber bi dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” hat qutkirin. Temellî piştre derbasi Qubînê bû. ÊLIH

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar