Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Pêşbaziya fedakariyê

Roj, meh û demsal bihurîn. Berxwedan belav dibe. Greva birçîbûnê ku payîzê dest pê kir, zivistan jî li pişt xwe hişt û niha biharê pêşwazî dike. Bihar û Newroz niha bi berxwedana hezaran kesî bi pêş dikeve.

Pergala faşîzmê divê ji aliyekî ve dema xwe tijî bike, ji aliyê din ve jî teqez bi berxwedanê têk diçe. Berxwedana çalakiya birçîbûnê mudaxeleyeke esasî ye li hemberî pêla faşîzmê. Li cihekî faşîzm gelê kurd bi kuştinê tehdîd dike, pêşengên gelê kurd ref bi ref qefle bi qefle bi ser mirinê ve dimeşin. Li cihê ku pergal gefa birçîhiştinê li kurdan dixwe, bi hezaran kes bi birçîbûnê îradeya xwe mezin dikin. Cihê ku pergal gelekî bi girtinê, sirgûnkirinê, komkujiyê tehdîd dike gelê kurd dîwarê tirsê dişikîne û dizane ku zindanên ku karibe gelekî bihewîne hîn nehatiye avakirin.

Her wiha di vê têkoşînê de berxwedan û îradeya çalakvanan bi ser ket. Çalakvanan nîşan dan ku ji bilî serfiraziyê tu gavekê paşde navêjin û bi baweriyeke mezin, bi fedakariyeke bêhempa ber bi siberojê ve diherikin. Di vî warî de berxwedana li çar aliyê cîhanê deng veda û vê neheqî û bêhiqûqiya hikûmeta AKP’ê bi aweyekî pir aşkera teşhîr kir.

Aliyekî din a çalakiyê jî mudaxeleya xemsarî, bêtaqetiya civakî bû. Ev berxwedan di vî warî de jî bi ser ket. Demeke dirêj bû ku di siyaseta demokratîk de, pîvanên civakî û têkoşînê qels bibûn.  Ezezî, xodbînî, parastina berjewendiyên şexsî, xweparastin, bifikarbûn, bêbiryarî, bêhêzî, bêtaqetî, xwe li ser her tiştî dîtin, dûrketina ji nirxên civakî, acizî, ketina bin bandora şerê taybet derketibûn pêş. Di vî warî de nirxên rêxistinî bi paş diketin. Her wiha rastî û şaşî, heqî û neheqî cih guherandibûn, gelek tişt berovajî bibûn. Lewma îtîrazeke xurt li dijî tecrîdê dernediket holê.

Leyla Guven di vî warî de jî mudaxeleyeke esasî li hemberî siyaseta demokratîk da destpêkirin. Ev mudaxele ewqas mafdar û bi bandor bû ku her kes bi ser hemdê xwe ve hat. Cardin nirxên civakî derketin pêş, cardin rasteqîn li şûna xwe rûnişt. Her wiha çalakî ewqas mezin bû ku lewma qefle bi qefle mirov ketin pêşbaziya fedakariyê. Ev nirxên destpêkê yên tevgera kurd e. Tevgera kurd li ser esasên xwefedakirina li ber hevaltiyê, xwe fedakirina di ber civakê de mezin bû. Leyla Guven ji bo xwe li ber hevalên xwe feda bike derket rê lê Zulkuf derket pêş û ala xwefedakirinê berz û bilind kir.

Ev ruhê fedakariyê dê niha bi Newrozê re bigihêje asta herî mezin. Dê civaka kurd jî li van fedakar û şoreşgerên xwe xwedî derkeve. Lewma ev Newroz Newroza berxwedêran e. Ev Newroza xwedî lê derketina rêberên civakê ye ku bi deh hezaran kes di rêya azadiya wê de derketine rê. Bi geşkirina agirê Newrozê û bi bilindkirina têkoşînê dê têkoşîna girtîgehan bigihêje armanca xwe. Ev serkeftin ji niha ve pîroz be. Newroz pîroz be!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar