Di pêvajoya avakirina feraseta tenduristiyeke xweser de hewce ye moderniteya kapîtalîst ji gelek aliyan ve bi berfirehî were veçirandin. Gava em tenduristiyê bi tenê wekî qadeke civakî bigrin dest dê gelekî kêm bimîne. Rexne û nirxandineke fireh divê were kirin yan na di dawî de sîstema ku were afirandin jî wê bibe perçeyekî kapîtalîzmê.
Kapîtalîzm ji bo xwe dewlementir bike wekî meta nêzîkî her tiştî dibe û dixwaze hem tiştên madî û hem jî tiştên manewî derxîne bazarê bikire û bifroşe. Di qada tenduristiyê de jî ev karektera hanê derdikeve pêşiya me. Tenduristiyê li hember lêgerîna gelan a azadiyê wekî çekekê bi kar tîne. Tecrube û azmûnên ku derketine holê yan tune dihesibîne yan jî li gor lazimahiyên xwe vediguherîne. A xwe wekî ya herî rast, kêrhatî û xweş dide nişandan û li civakê ferz dike. Li hember vê stemkarî û zordariyê civakê jî ber xwe daye û ev herdu diyarde di heman demê de qewimîne. Bi qetlîamên li ser jinê û li ser xwezayê dixwaze ev kevneşopiya berxwedanê were jibîrkirin. Divê em li vê mîrateyê xwedî derkevin.
Rajêriya di warê tenduristiyê de nîşaneya rajêriya giştî ye. Li ser vê esasê em dikarin rajêriyê bi sê awayan bigrin dest.
A yekemîn rajêriya bedenê ye. Divê her kes di derbarê bedena xwe de hinek tiştên sereke bizanibe. Lebat (organ) li ku ne navên wan û taybetiyên wan çi ne çawa dixebitin divê bête zanîn. Lê mixabin tiba nûjen wekî nesne li însên dinêre û bedenê dabeş dike. Di vî warî de pir zêde dane hene lê zelaliyek nîn e. Ji ber vê mirov ji rastiya bedena xwe dûr ketiye bûye xerîbê xwe û xwe radestî xerîban ( xebatkarên tenduristiyê yên qaşo-zana) kiriye.
A duyemîn rajêriya ku di xizmetên tenduristiyê de ye. Tenduristî mîrateyeke civakî ye. Ew civakên ku xwe ji kapîtalîzmê parastine ji aliye tenduristiyê ve xwe bi xwe têra xwe dikin. Ev civakana gava çareseriyê digerin rastiya xwezayê digrin ber çavan û nahêlin zirar bigihêje xwezayê. Lê di civakên ku bi dewletê (bi taybetî jî bi netew-dewletê) tên rêvebirin de ev kelepor ji civakê hatiye girtin û hatiye desteserkirin. Çareserkirin û dermankirina nexweşiyan wekî karê dewletê hatiye dîtin û civak ji vê bêpar hatiye hiştin. Ji civakê re peyama ‘ji bo saxî û silametiyê tu muhtacî min î û xizmeta tenduristiyê encax ez dikarim bidim’ hatiye dayîn. Gaveke din jî pêş de diçe û dibêje ‘encax ez dikarim biryar bidim ka tu nexweşî yan na’. Mixabin ev feraset di nav civakê de bi cih kiriye.
A sêyemîn rajêriya ku di warê zanîna tenduristiyê de ye. Tiba nûjen di derbarê tenduristiyê de xwedî gelek daneyan e. Lê mixabin ev dane û agahî bi feraseteke patrîarkal, ji civakê dûr û di labaratûaran de hatine afirandin. Rengê jinê û xwezaparêziyê tê de nikarin bibînin. Her çiqas di nav de gelek tiştên rast û kêrhatî hebin jî di rastiya xwe de her tişt ji bo xizmeta desthilatdariyê hatiye çêkirin. Ji ber vê ev zanîn ne civakî ye, çanda heyî jî tune dike. Kapîtalîzm ji civakê re dibêje tu mecbûrî ‘bi min re’ û ‘wekî min’ bijî û hew.