Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dê agirê Newrozê Dehaqan bişewitîne

Newroz di dîroka gelê bindest de cihekî pir girîng de cih digire. Ji bo wan Newroz berxwedan û serfiraziyê îfade dike. Tê wateya rojeke nû û azad. Newroz ji bo gelê bindest bi taybet ji bo gelê kurd xwe ji agir jinûve afirandin e.

Ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Newroz berxwedana li dijî zilma zaliman e. Mazlum agir bi bedana xwe pêça û bû Newroz. Newroz bû bawerî, bawerî bû berxwedan û weke tirs û xofekî kete nava dilê Dehaqên xwînxar. Piştre bû Ronahî, Bêrîvan, Rahşan agirê Newrozê geş kirin. Geşbûna agir tirsa dilê zaliman hêj mezintir kir. Lewma îro gava dibêjin Newroz zalim û xwînxwar dikevin nava tayê. Ji ber ku dizanin ew agirê berxwedanê dê wan bişewitîne.

Newroz ji bo gelê kurd çawa ku tê wateya berxwedan, vejîn û azadiyê, di heman demê de ji bo zalim û faşîstan jî tê wateya tirs, xof û têkçûyînê. Vê yekê baş dizanin, dizanin ku lewma dikevin tayê. Lê ne tirs, ne jî taya ku ketine wan ji agirê Newrozê xilas nake. Çawa ku Dehaqê xwînxwar nikaribû xwe ji agirê Newrozê, agirê rizgariyê xilas bike û şewitî, dê Dehaqên îroyîn jî nikaribin xwe ji vî agirî xilas bikin. Ji ber ku ev agir bi bedenên zarokên kurd hatiye pêxistin û geşkirin. Tu hêz nedikare ji ber vî agirî birewe û ne jî dikare vemirîne.

Gelê kurd weke her sal heta ji her salê zêdetir divê bi hêz Newrozê pêşwazî bike. Ev Newroz Newroza şikandina tecrîd û têkbirina faşîzmê ye. Di heman demê de xwedîderketina keç û xortên kurd ên berxwedêr in. Divê em bi vî ruhî Newroza 2019’an pêşwazî bikin. Divê em bi vî Newrozê bêdengiyê re bêjin êdî bes e. Heta kengî em ê xwe bêdeng bikin? Me dît bêdengiya me bû sedema windahiyê me. Çalakiya berxwedêr Zulkuf Gezen ne tenê li hemberî tecrîd û tarîtiya ku li ser me tê ferzkirin e, di heman demê de li dijî bêdengiya me ye jî. Divê em vê çalakiyê baş bixwînin û li gorî wê ruhekî xwedîderketinê berxwedêran hembêz bikin. Bêdengiya me bû sedema windahiyên wisa. Ji bo ku windahiyên wiha bi êş zêde nebin û dilê dayikan neşewitin divê em deng derxînin û bibin dengê berxwedêran.

Her roj ji girtîgehan agahiyên wek rewşa berxwedêran ne baş in û giran e tên. Em li benda çi ne? Bila cenazeyeke din jî ji girtîgehê derkeve? Na, ger em vê naxwazin wê demê em ê bi biryar û bi ruhekî têkoşer Newrozê hembêz bikin û bi agirê Newrozê zaliman bişewitînin.

Bi vî bîr û baweriyê di serî de Newroza gelê kurd, bi taybet a berxwedêrên heqîqetê û ya hemû gelên bindest pîroz dikim. Bang li hemû jin, ciwan û civakê dikim ku li dijî zalim û zilma wan agirê Newrozê geş bikin û bikin Newroza serkeftinê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar