Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bi girtina deriyê sînor birçî dihêlin

Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîb Eksîk diyar kir, li Îdirê deriyên sînor bi Ermenistan, Azerbaycan û Îranê re hene, lê hemû girtî ne û bazirganiya li ser sînor hatiye qedexekirin û bi girtina deriyê sînor welatiyan birçî dihêlin

Tevî ku bajarê Îdirê li ser sînorê Ermenistan, Nahçivan û Îranê ye, bazirganiya li ser sînor a li bajêr qedexekirî ye. Deriyê sînor ê navbera Îdir-Ermenİstanê ji sala 1993’an û vir ve girtî ye. Deriyê Sînor ê Boralan ê navbera Îran û Îdirê jî girtî ye. Li Deriyê Sînor ê Dilucu yê navbera Tirkiye û Nahçivanê jî ji ber kotayê, cezayê giran ê li bazirganan tê birîn û helwesta kêfî ya waliyê tirk ê li Îdirê, bazirganî nayê kirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîb Eksîk diyar kir ku girtina deriyên sînor ên bi Ermenistan, Azerbaycan û Îranê bi zanebûn hatiye kirin û bazirganiya li ser sînor li gel hatiye qedexekirin. Eksîk bi bîr xist, nifûsa Îdirê nêzî 200 hezar kes e, piraniya wan jî ciwan in û wiha got: “Bi sê welatan re deriyên xwe yên sînor hene. Li bajarekî ku ji aliyê jeopolîtîk ve ewqasî girîng e, qedexekirina bazirganiyê rê li ber pirsgirêkên pêşketin û aboriyê vedike. Mixabin serdema vê desthilatdariyê de deriyên sînor bi zanebûn nehatin vekirin, ya jî destûr ji bazirganiyê re nehate dayin.”

Eksîk bal kişand ser astengiya Waliyê Îdirê û wiha got: “Ji ber van astengiyan bi hezaran kesên li Îdirê neçar man qemyonên xwe bifiroşin.” Eksîk anî ziman, ji ber krîza aboriyê ya ku hikumetê rê li ber vekir û kiryarên kêfî yên Waliyê Îdirê bi hezaran mirov bê kar mane û wiha got: “Bi girtina deriyê sînor re mirovên me birçî dihêlin. Bi vî rengî teşwîq dikin ku koç bikin.” ÎDIR 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar