Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pîremêrd, Mamyare û Newroz

Newroz, Mamyare û Pîremêrd ev her sê nav bûne sembolek ji bo bajarê Silêmanî. Dema ev nav tê gotin serbilindî, jêhatin û pêşengtiya xelkê Silêmanî tê li berçav. Her yek ji van navan xwedî çîrokekî balkêş in

Bi salane agirê Newrozê li Girê Mamyare yê Silêmanî tê pêxistin. Bêguman pêxistina agir li vî girî dîrokekî xwe heye. Bi heman awayî Mamyare jî di dîrokê de bûye sembolekî qehremanî û têkoşîna gelê kurd li hemberî dewleta dagirker a Osmaniyan.

Destpêkê navê gir Girê Gulan bû. Du çîrok di derbarê vî navî de heye. Çîroka destpêkê tê gotin hemû ew kesên nexweşiya gulê pêre hebûn û dimirin li vî girî vedişartin. Ji ber wê navê gir bûye Girê Gulan. Lê ev çîroke ne zêde cihê baweriyê ye. Ji ber ku ji beriya ev gir ji aliyê Pîremêrd ve bibe cihê pêxistina agirê Newrozê, xelkê Silêmanî ev gir ji bo seyranan bikar dianîn.

Çîroka duyem jî tê gotin ku di demên berê de malbatek ji rojhilatê Kurdistanê berê xwe dide bajarê Silêmanî. Lê ji ber ku nexweşiya gulan bi malbatê re hebû, destûr nayê dayîn di nava bajêr de bimînin. Malbata diçe li vî girî bicih dibe. Ji wê û şûnde xelk navê gir dikin Girê Gulan. Piştî demek ev malbat ji vê nexweşiyê rizgar dibin. Di nava xelkê Silêmanî de tê bi hîstin ku malbat ji nexweşiyê rizgar bûne û di nava welatiyan de tê gotin ‘Nexweşên gul bûne gul’ yanî wekî gulan ciwan bûne û baş bûne. Ji ber wê navê vî girî dikin Girê Gulan.

Mamyare

Mamyare leşkerekî artêşa Mîrnişîna Baban bû. Fermandarê topxaneyên artêşê bû di serdema Ehmed Paşayê Baban de. Di sala 1850’an de dema ku Osmanî êrîşî bajarê Silêmanî dikin, artêşa Ehmed Paşa li hemberî êrîşan dişkê û ji Silêmanî derdikevin. Lê tenê Mamyare li ber xwe dide, heya birîndar dibe. Dema birîndar dibe dikeve destê leşkerên Osmaniyan.

Mamyare dibin Stenbolê. Çend salek li wêderê dimîne. Piştre destûr tê dayîn ku Mamyare vegere Silêmanî. Mamyare di vegere Silêmanî û heya dawiya temenê xwe li Silêmanî dimîne. Ji beriya Mamyare wefat bike, daxwaz dike ku dema wî wefat kir, ew li Girê Gulan were veşartin. Sedemê vê yekê jî diyar dike ku kesên di dema êrîşa Osmaniyan de li ber xwe ne dayîn û hatin kuştin li Girê Seywan hatine veşartin. Mamyare ji ber vê sedemê diyar dike ku ew naxwaze gora wî linava ya wan kesan de be. Piştî ku Mamyare wefat dike, li ser daxwaza wî ew li Girê Gulan tê veşartin. Piştî wê navê gir tê guhertin û navê Girê Mamyare lê tê kirin.

Newroz li Mamyare

Piştî ku helbestvanê kurd Pîremêrd (Hacî Tofîq) di sala 1925’an de ji Tirkiye vedigere Silêmanî, di xwaze hinek pêngavên xizmetguzarî ji bo bajarê Silêmanî bavêje. Ji ber vê yekê dest bi derxistina rojname û karê rojnamegerî dike. Her wiha hewildanên wî çêdibin ji bo malbat zarokên xwe yên keç bişînin dibistanê. Yek ji karên diyar ku Pîremêrd kirî, pêxistina agirê Newrozê bû li ser Girê Mamyare. Piştî Pîremêrd agirê Newrozê li ser vî girî pêdixe, ji wê rojê ve wekî çandekî lê hatiye. Di Newrozê de agir li ser Girê Mamyare tê pêxistin.

Newroza Girê Mamyare

Di wê rojê de Pîremêrd xwarina dolme amade dike û dibe li ser gir li xelkê belav dike. Her wiha wekî sembola 12 mehên salê, Pîremêrd li ser 12 semaweran çay çêdike û li xelkê beşdarî şahiyê bûyîn belav dike.  Pîremêrd xwendekarên kur û keç li gel xwe dibe beşdarî çalakiya pîrozbahiya Newrozê dike. Di pîrozbahiyê de gelek çalakiyên hunerî pêşkêş dike. Di wê rojê de tu cûdahiya zayendî nedikir, di navbera jin û zilaman de. Jin û zilam beşdarî pîrozbahiya Newrozê dibûn. Pîremêrd vê yekê wekî çandekî lê dike û çend salek bi heman awayî dubare dike. Heya niha jî xelk di vê rojê de xwarina dolme çêdikin û li gel xwe dibin li ser vî girî û bi girtina govend û stran gotinê Newroza xwe pîroz dikin. Bi vê boneyê Pîremêrd helbesta Newroz çêdike û piştre ji aliyê Hesen Zîrek bi rengê stranî tê gotin û li hemû Kurdistanê di roja Newrozê de strana “Em roje salî taze ye Newroze hatewe, Cejnekî konî kurde be xoşî hatewe” tê bi histin.

Armanca helbestvanê kurd Pîremêrd ew bû ku Cejna Newrozê wekî sembolekî têkoşîna gelê Kurd li hemberî dagirkeran bide berdewam kirin. Her wiha pêxistina agirê Newrozê li ser Girê Mamyare jî ew bû ku rihekî têkoşer wekî Mamyare dinava kurdan de derxe pêş.

Çavkanî: Rojnews/Dana Umer

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar