Serokwezîrê Awûstralyayê Scott Morrison bersiv da serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan û nerazîbûn nîşanî gotinên Erdogan ên li ser komkujiya Zelanda Nû da. Morrison da zanîn ku gotinên Erdogan kirêt in
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan roja Duşemê daxuyaniyek dabû û îdîa kiribû ku êrîşa li Zelanda Nû li dijî îslamê, li dijî wî û Tirkiyeyê ye. Erdogan bi taybetî gef li Awûstralyayiyan xwaribû ku aqûbeta leşkerên di şerê Çanakkaleyê de hatin kuştin wê bê serê wan jî.
Serokwezîrê Awûstralyayê Scott Morrison wiha got: “Gotinên serokkomarê tirk Erdogan awûstralyayî gelekî êşandiye û di vê pêvajoye gelekî hesas de bêyî ku li ser bifikire axiviye.” Morrison ji bo gotinên ku Erdogan li ser komkujiya li Zelanda Nû şîrove kir û got ku gotinên kirêt in.
Lêborîna sefîrê tirk nehat qebûlkirin
Morrison beriya vê daxuyaniyê li ser gotinên Erdogan bang li sefîrê bilind ê tirk kir û lêborîna ku sefîrê bilind jê xwest red kir. Morrison wiha got: “Ez li bendê me ku ev gotin werin îzahkirin û bên vekişandin. Beriya ku biryarên cuda werbigirim ez ê li benda bersiva hikumeta tirk bisekinim, lê dikarim vê bêjim; hemû alternatîf li ser maseyê ne.” SYDNEY