Li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku li herêmeke biçûk a li ser sînorê Iraqê bi cih bûne ku jê re Baxoza Jêrîn tê gotin, hêzên HSD’ê dest bi operasyonê kirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), çeteyên DAIŞ’ê yên ku teslîm dibin ji herêmê derdixînin. Wekî din li dijî çeteyên ku teslîm nebûne û li herêmeke biçûk a li ser sînorê Iraqê li Baxoza Jêrîn bi cih bûne dest bi operasyonê kirin.
Li herêma Baxozê ya ku duh ji çeteyan hate paqijkirin, çeteyên ku teslîm nebûne car carna êrîşan dikin û şervan jî bersivê didin êrîşan. DÊRA ZOR