Gora Volkan Bora yê du sal berê li çoltera Semsûrê di operasyonekê de jiyana xwe ji dest dabû û li Meletiyê hat veşartin hat rûxandin
Gerîlayê HPG’ê Volkan Bora di 29’ê nîsana 2019’an de li çoltera Semsûrê di bomberdumanek hewayî de şehîd bûbû. Cenazeyê Bora li taxa Oluklu ya Meletiyê hatibû definkirin. Malbata Bora ku çû serdana gora zarokê xwe bi rûxandina gorê re rû bi rû ma. Bi Bora re 3 gerîlayên din jî yên HPG’ê şehîd bûbûn. MELETÎ