Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

HPG’ê li Çelê çalakî pêk anî

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan duh li dijî hêzên artêşa tirk ên li Girê Xeregolê çalakî pêk anîn. HPG’ê da zanîn ku artêşa tirk jî gundên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirine

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan di roja 19’ê adarê saet di 13:00’an de li dijî hêzên artêşa tirk ên li Girê Xeregol ê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûn, çalakî li dar xistine. HPG’ê da zanîn ku di çalakiyê de çeper û baregehên leşkeran hedef hatine girtin. HPG’ê daxuyand ku encama kuştî û birîndarên dewleta tirk nehatine zelalkirin.

Navenda ragihandinê diyar kir ku di 20’ê adarê de jî balafirên şer ên dewleta tirk saet di navbera 09:00 û 10:30’an de gundên Bêreş, Bêpalan û Kozinê û herêma Kalatûka yên herêma Qendîl a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirine. Her wiha hat ragihandin ku di 19’ê adarê seat di 16:00’an de jî balafirên şer ên artêşa tirk bombe li girê Avdilovî û Lêlikan ên herêma Sîdekan a başûrê Kurdistanê barandine.

HPG’ê herî dawî jî da zanîn ku di encama bombebaranê de ti ziyan negihiştine hêzên wan lê di êrîşa hewayî ya li dijî Qendîlê de zirareke mezin gihaştiye bax û baxçeyên gundiyan. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar