Li Êlihê polîsan bi ser malekê de girt û hemû ferdên malbatê û mêvan wan binçav kir
Li Taxa Korikê ya Êlihê polîsan bi ser malekê de girt û piştî lêgerîna li malê hemû ferdên malbatê binçav kir. Serdegirtin bi hiceta “îxbar heye” pêk hat û hemû alavên malê serûbin kirin. Di serdegirtinê de Reşît û zarokên wî Halîl, Mahsum, Adîl, Sonya û Emîn Erden û Endamê Meclisa Ciwanên HDP’ê Mehmet Yildirim ê mêvan bû hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku Emîne Erden a aktîvîsta TJA’yê û Mehmet Yildirim ê HDP’î bi derbkirinê hatin binçavkirin. Binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê. ÊLIH