3 parlamenteren HDP’ê yên li avahiya HDP’ê ya Amedê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, beriya 21’ê Adarê Newrozê, çûn serdana Leyla Guven
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 133’yemîn de didome. Di 3’yê adarê de parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag, di 8’ê adarê de jî parlamenterê HDP’ê yên Wanê Tayîp Temel û Murat Sarisaç, bi heman armancê li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn û çalakiya xwe berdewam dikin. 3 parlamenterên di greva birçîbûnê de ne, beriya 21’ê Adarê Newrozê, Leyla Guven li mala wê ziyaret kirin.
Leyle Guven ziyareta parlamenteran li ser hesabê medya civakî parve kir û wiha got: “Hevalên min ên pir ciwan ku ronî ji çavê wan dibarin, baweriya min a em bi ser bikevin bêtir xurt kir.” AMED