Dîsa hat, bi xêr hat Newroz. Cejna hêviyan, destpêka biharê, sersala kevnar a kurdan û Rojhilata Navîn. Bihar divejîne, tev candar geş dibin, rehên jiyanê dilivin, aj didin kulîlkên rengîn, hêvî ji tîrêjên rojê re singê xwe vedikin, bilq vedidin asîman, avê jê hildiçînin candar, rengê jiyanê ji nûve vediguhêze. Newroz serûbinbûna xwezayê ye ku pê re tovên jiyana nû diçîne. Newroz silaveke germ e li ser hemûyan.
Seranser di dîrokê de zilm û zalim bi hev re meşiyan ser kurdan û gelen bindest ên Rojhilata Navîn. Rê nedan jiyan geş bibe, gulên wan aj bidin, avê hilçînin, kotekî û şîdet wek ewrên biharê kêm nebûn li ser wan. Rê nedan ew xwe vejînin, veguhêzin. Ji ber wê kurd û bindestan re tenê rêyek ma, berxwedan bû para wan. Ev çend hezar sal in her tim zilm heye, ew jî dibêjin em nahêlin rê li ber ava me ya jiyanê bê girtin li dijî zilmê li ber xwe didin. Berxedan û daxwaza azadiyê jî bi hev re dimeşin.
Newroz li hember zilm û zordestiyê weke berxwedanê derketiye. Zilm û zordarî dijminê azadiyê ne. Azadî weke baxçeyekî ji kulîlkên rengîn e. Zilm jî kuştina wî baxçeyî ye. Kurd û gelen Rojhilata Navîn her tim şêniyên wî baxçeyî bûn. Zilm û zordestiya dewletên serdest weke Asûran, Babîlan mecal nedan ev baxçe geş bibe, her tim kulîlkên vî baxçeyî qetandin. Newroz fekî û berhemê vê rastiyê ye. Li dijî zilma dewletên zalim gelê kurd serî rakir, da ku baxçeyê xwe geş bike. Seranser di dîrokê de Dehaq û Asûr hebûn, li gorî serdeman navên wan diguherî. Carinan dibû Pers û Şah Pehlewî, dibû Iraq û Sedam, carinan Komara Tirk û Evren an Recep. Kawa jî hebûn navên wan jî diguherî. Carinan dibû Mazlûm û Zekiye, carinan jî Rahşan û Ronahî.
Roja ku agirê Newrozê pêket ji vir ve tu car ew agir netemirî. Agirê Newrozê roja roj çi temsil dikir, bi wê hêvî û daxwazê di dil û destê kurdan de bi hezar salan her şuxulî. Ji ber ku sembola azadiyê bû. Bû nasnameya kurdan. Ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê Hemdem Mazlum Dogan kingê azadiya kurdan kete xetereyê agirê Newrozê li wê derê geş bû.
Kingê ku di zîndana Diyarbekirê de hebûna kurdan azmûna man û nemanê de bû, agirê sê qirşên spîçkê roja Newrozê tariya li ser kurdan li her derê welêt û dinyayê ronî kir. Zekiye Alkanê agirê Mazlûm pêxistibû di bedena xwe de watebilind kir. Ku weke keçeke ji parçekî gel got, ‘Newroz bi qirş û qalan nayê pîroz kirin, pîrozkirina herî baş bi bedena mirovan dibe’ agirê Newrozê bi bedena xwe pêxist, ev yek xwedîderketina agirê Newrozê ji aliye gel ve bû. Li birce Amedê agirê Prometeusê Kurd pêxistî di destê gel de, di navenda Dehaqên hemdem de gelê kurd ronî dikir.
Newroz ew qas watedar e, ji bo gelê kurd. Gelek jî wateyên wê hene. Serê pêşîn Newroz berxwedan e.
Newroz vejîn e. Di bin nîrê mirin û koletiyê de agirê Newrozê kurd derxistine rasta vejîne. Ji mirinê vejîn qewimiye. Ji berxwedana Kawayê Hesinkar gelê kurd ji tunekirinê rizgar bûye, ji berxewdana Mazlûm Dogan dîsa vejîn pêk hatiye.
Newroz qadeke siyasî ye. Roja Newroz bûye Newroz ji vir ve Newroz hêmayeke siyasî ye. Newroz ji têkoşîna li dijî zilma dewleta Asûr derketiye. Agirê Newrozê her çiqas coşa serkeftinê îfade bike jî, di heman demê de semboleke siyasî temsil dike. Ev rastî di dîroka paşê de û îro jî zêdetir bûye hêmayeke siyasî. Her tim bi rûyê dewletan ê neyînî re rû bi rû ye. Peyamên Newrozê, eleqeya bi têkoşîna azadiya kurdan re, girseya Newrozê ya polîtîzebûyî û hêmayên bi vî rengî Newrozê dike rewşeke siyasî. Yanî Newroz ne tene cejn e, rengekî wê yê siyasî heye. Ji ber ku Newroz her tim bûye mijara îktidarên erdnîgariya tê de cih girtiye. Jixwe daxwazên Newrozê seranser siyasî ne.
Newroz azadî ye. Newroz piştî koletiyê bûye destkefteke kurdan û gelên cînar. Rizgarbûna gel pabendên koletiyê qetandiye. Merheleya felatê azdiya gel e.
Newroz cejn e. Agir ji bo coş û kêfxweşiya felatê tê vêxistin. Li serê çiyan, deştan û îro sûk û kolanên bajaran tê pîrozkirin. Zarok, jin, mêr, pîremêr û pîrejin radibin ser piyan, dicoşin, pê kêfxweş dibin.
Newroz bênavber têkoşîn e. Gelê kurd seranserê dîrokê li dijî zilmê têkoşiyaye. Newroz bûye sembola têkoşînê. Gel serî netewandiye. Ji ber têkoşînê ji gelek qetlîaman re rû bir û maye. Qetlîama Helebçeyê komkujiyeke gelek mezin e û ew komkujî ye ku di cîhanê de herî zêde yek jî ew tê naskirin. Komkujî li ber şêmîka Newrozê di 16-17ê Adarê de ji aliye Sedamê xwînxwar ve hatiye kirin.
Îro gelê kurd careke din têkoşîneke bênavber didomîne. Li dijî tecrîda li ser rêberê gelê kurd û bêrûmetiya li dijî girtiyan, di pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagız de bi hezaran girtî û gelê li derve greva bîçîbûnê de ne. Zulkuf Gezen wek şehîdê vê pêvajoyê bûye cangorî. Gelê kurd Newrozên xwe bi vî awayî pêşwazî kirine. Her wiha têkoşîn bûye paşnavê kurdan.
Zilm û zordariya li hember kurdan bi hezaran salan nesekinî. Gelê kurd bi daxwaza azadiyê tî bû. Agirê berxwedana Newrozê bi hezaran salan netemirî. Wateya wê ev e ku Newroz ne tenê berxwedan, vejîn, azadî, têkoşîn e, her wiha Newroz çandeke kevnar e ku koka wê digihîje bi hezaran salan. A gelê kurd li ser piyan digire û natewîne ew koka qewî ye.
Rastî jî Newroz baxçeyê hêviyan e. Dîsa berê me li biharê ye. Gelê kurd têkoşîneke bêhampa dimeşîne. Li her qadan têkoşîneke bêhempa li dijî tecrîdê didome. Gelê kurd wê hêviyên xwe yên Newrozê li ser sandoqên hilbijartinê mezin bike. Dijminê hêviyên gelê kurd çiqas zilma xwe mezin kirin, gel ji hêviyên xwe tavîz neda. Dijminê hêviyan har dibin, porê xwe vedirûçikînin, serê xwe dîwaran dixin, çima ku ew her têk diçin. Devê wan girêz, qîlê wan li pêş in.
Belê berê gelê kurd li biharê ye. Newroza îsal hêviyên salên pêş li baxçeyê xwe diçîne. Îradeya xwe paşve distîne. Newroz û bihar avisê van hêviyan e. Gava hêvî zan, em ê dîsa bi hev re bêjin bi xêr hatî Newroz, bi xêr hatî bihar. Ser seran û ser çavan.