Şervanên HSD’ê piştî şer û pevçûnên giran, gundê Baxozê ku baregeha dawî ya di destê çeteyên DAIŞ’ê de bû, rizgar kir. Bi vê yekê re jî dawî li hakîmiyeta DAIŞ’ê anî
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gundê Baxoz ê Hecîn a Dêrazorê ku baregeha dawî ya di destê çeteyên DAIŞ’ê de bû, rizgar kir. Bi vê yekê re hakîmiyeta qadê ya DAIŞ’ê ya li ser rûyê erdê hat bidawîkirin.
Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku şervanên HSD’ê di çarçoveya qonaxa Şerê Tunekirina Terorê ya Pêngava Bagera Cizîrê de derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê xistin û gundê Baxozê bi temamî rizgar kir. Hat zanîn ku şervanan li herêmê dest bi xebatên paqijkirinê kir.
Bi vê yekê re jî qonaxa Şerê Tunekirina Terorê bi dawî bû. DÊRAZOR