Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Girtiyan Newroz li gelê kurd pîroz kir

Girtiyên Girtîgeha Tîpa H ya Dîlokê bi rêya malbatên xwe ragihandin ku niha 68 girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Girtiyan di serî de Newroz li hemû gelan pîroz kir û diyar kir ku heta tecrîd tê şikandin dê bi biryardarî çalakiya xwe berdewam bikin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di roja 134’emîn de didome. Çalakiya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku bi heman boneyê di demên cuda de dane destpêkirin jî berdewam in.

Der barê çalakiya greva birçîbûnê de girtiyên ji Girtîgehan Tîpa H ya Dîlokê bi rêya malbatên xwe agahî dan û diyar kirin ku dê di şexsê Leyla Guven û Zulkuf Gezen de çalakiyên ku hatine destpêkirin bi serkeftinê mîsoger bikin.

Zextên li ser girtiyan zêde bûne

Girtiyan Newroza gelê kurd pîroz kirin û destnîşan kir ku daxwazên girtiyan daxwazeke mafdar û rewa ye û banga piştgiriyê kirin. Girtiyan diyar kir ku ji roja destpêkirina çalakiyê heta niha zextên li ser wan jî zêde bûne.

Banga hestiyariyê kirin

Girtiyan da zanîn ku li girtîgehan Dîlokê bi giştî 68 girtî di grevê de ne û ji van 4 girtî di roja 33’yemîn de ne û 64 girtî jî ketin roja 20’emîn. Girtiyan daxuyand ku çalakiya wan bi moraleke mezin berdewam dike û heta ku digihije armanca xwe jî dê bidome. Di berdewamê de jî girtiyan bi lêv kir ku ji ber çalakiyên ku hatine destpêkirin zextên leşkeran ên li ser wan roj bi roj zêdetir dibin û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.

Di dawiyê de jî girtiyan got ku ji ber grevên birçîbûnê, rojnameya Yenî Yaşamê nadin wan û bi vî awayî têkiliya wan a bi derve re hatiye qutkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar