Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay daxwaza guhertina qanûnê da meclisê û xwest ku 21’ê adarê bila bibe betlaneya Cejna Newrozê
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Serpîl Kemalbay, daxwaza guhertina qanûnê da meclisê û xwest ku 21’ê Adarê bibe roja betlaneyê ya Cejna Newrozê.
Kemalbay da zanîn ku Newroz di serî de ji aliyê gelê kurd û milyonan gelê Rojhilata Navîn ve tê pîrozkirin. Kemalbay destnîşan kir ku Newroz di serî de ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn rojeke nû ye û xwest ku 21’ê adar bi boneya Newrozê bibe roja betlaneyê. ENQERE