Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan piştî pîrozbahiya Newroza Amedê çû serdana malbata Zulkuf Gezen û Leyla Guven
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan, piştî pîrozbahiya Newroza Amedê çû serdana malbata Zulkuf Gezen ku li Girtîgeha Jimar 2’yan a Tîpa T a Tekirdagê ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bike dawî li jiyana xwe anîbû. Bûldan dayika Havva Gezen hemêz kir û sersaxî xwest.
Paşê Bûldan çû mala hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdê 134 roj in di greva birçîbûnê de ye. Bûldan û Guven sohbet kirin û Bûldan wiha got: “Em ê di hilbijartinê de bi ser bikevin. Em ê piştî hilbijartinê xurtir bibin û di sindoqan de hêzdartir bibin.” AMED