Qasî me ji dîrokê girtiye û zaniye, agirê êvara roja berî Newrozê nîşaneya mizgîniyê ye ku ‘va ye me sitemkar, zordar, qirker û zilimkar Dehaq kuşt û me pergala wî ya xwînxwar û kedxwar hilweşand’.
Di serdema me de jî ji pêşengê PKK’ê Mazlum Dogan piştî 2500 sal da ser şopa ruhê Kawayê Hesinkar ê evîndarê azadîperwerî û mirovheziyê, li hemberî zilm û îşkence û qirkeriya paşayê faşîst ê dewleta tirk Kenan Evren serî hilda û bi çalakiya xwe ya lehengî, giyana xwe li ser rêya mizginiyê, ji bo roja Cejna Newrozê zindî bike, kir gorî.
Mazlum bi vê çalakiya xwe ya canbexşane, ew tirsa neyaran li wan vegerand, di heman demê de curhet û cesaret da hevalên xwe yên zindanê. Hevalên wî Ferhat, Necmî, Mehmud û Eşref jî li pey wî meşiyan, Xeyrî, Kemal, Elî û Akîf jî ew serî hildan û berxwedan rakirin pêla herî bilind. Bi van rêza çalakiyan, hawar û dirûşma wan; ‘Teslîmiyet xiyanet e, berxwedan jiyan e’ gihişt Rêber, heval û gelê wan. Êdî ev ruhê berxwedêr bû malê gel û Tevgera Azadiyê.
Niha di roja me de, bi pêşengtiya Leyla Guven, Nasir Yagiz, 14 hevalên Strasbourgê û bi hezaran hevalên zindanan û li pir welatên cîhanê bi hejmarek mezin heval û hogirên wan, bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, wî ruhê wan hevalên despêkê yên zindana Amedê bi xurtî zindî kirin û li ser vê şopa bi rûmet dimeşin.
Di vê pêvajoya berxwedana berfirehbûyî de, me şehîdê xwe yê yekemîn Zulkuf Gezen bi rê kir. Hevala Leyla Guven li ser şehadeta heval Zulkuf got ‘hey heval û canê min ê delal, ji bo ku hûn bijîn min dest bi vê çalakiyê kir û …’ Vê gotina heval Leyla, erê hinek hestiyarî di nava xwe de dihewand, lê belê gotinên gelek dilsoz û watedar bûn.
Ez li xwe mikûr werim ku van gotinan li ser min gelek bandor kir û bi taybetî ew gotinên Xeyrî û Kemal anîn bîra min. Ji bo Mazlûm û Ferhatan gotibûn ‘lazim bû em berî we bi van çalakiyan rabûban û em berê şehîd ketibûna da ku hûn bi jiyan û şehîd neketibûna!’
Ev hest û helwestên van hevalên çalakgerên bi hêja, mezinbûna peywendiyên wan ên hevaltî û hogirtiyê dide nîşandan. Ev hevaltiya wan, di asta evîndariyek wisa de ye ku dikarin ji bo hevdu canê xwe bibexşînin, feda bikin, ji bo hevdu xwe bikin gorî!
Em di vê meha adarê de, gelek salvegerên xemgîn û her wiha yên lehengî dibînin. 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, 12’yê Adarê Qirkirina Qamişloyê, 16’ê Adarê Qirkirina Helebçêyê, 18’ê Adarê dagirkirina Efrînê, 21’ê Adarê Cejna Newrozê, 28’ê Adarê şehadeta pêşengê Pêngava 15’ê Tebaxê Egîd û her wiha 21-28’ê Adarê Hefteya Qehremantiyê û hwd.
Em hêvîdar in ku êdî em bes rojên xemgînî bibînin. Berovajî êdî rojên me yên cejn û şahiyan zêdetir bibin. Bêgûman ji bo ev hêviya me were cih, divê em xurtir xwe bi rêxistin bikin û hîn berfirehtir û bi hêztir çalakiyan pêk bînin.
Ger em nikarin xwe bigihînin asta van hevalên leheng jî lê em hewl bidin û xîret bikin, em ê karibîn bibin heval û hogir û şopdarên wan. Ger em wisa tevbigerin em ê karibin bêjin em heval û hezkirên wan in û hinekî jî layiqî wan in.
Li ser van hest û hêviyan ez Cejna Newrozê li Rêber Apo, di kesayetiya Leyla Guven, Nasir Yagiz û çalakgerên Strasbourgê de, li hemû çalakvanên zindanan û her deverê û li gelê me yê welatparêz pîroz dikim!