Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KNK: Ronahiya Kurdistanê tarîtiya DAIŞ’ê pûç kir

Konseya Rêveber a KNK’ê li ser serketina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li dijî DAIŞ’ê daxuayniyeke nivîskî weşand û pîrozbahî li hêzên HSD’ê kir

Konseya Rêveber a KNK’ê li ser serkeftina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û têkçûna çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyek da. KNK’ê destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê, wekî hêzeke reş û tarî ji Iraqê heta başûrê Kurdistanê, ji wê derê heta navenda Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê, di navçeyeke fireh da teroreke bê tixûb da dest pê kirin. KNK’ê da zanîn ku DAIŞ’ê ji Enbara Iraqê heta Reqqaya Sûriyeyê, sîstemekî zalim û qatilane ava kir ku cîhan tu caran kiryarên wan ji bîr nake û ev tişt anî ziman: “DAIŞ’ê bi navê Dewleta Islamê, sîstema xwe ya terora reş, zalim û faşîst ava kir. Ji gelek aliyan ve esasê hebûna wan zêdetir li ser birandina kurdan bû. Wan kurd ji bo xwe tehlîkeya herî mezin qebûl kirin û kurd kirine nîveka hedefa xwe. Ev pratîka wan di êrîşa wan a 2014’ê ya li ser Mûsil, Şingal, Mexmûr û Kobanî de bi vekirî hate dîtin. Herwiha li navçeyên Dêrezor-Reqqayê heta Minbiçê jî sîstema xwe ya xwûnavî bi cih kirin û jiyan li xelkê vê navçeya fireh heram kirin.”

KNK’ê diyar kir ku di rewşeke wiha de kurdan û tifaqdarên wan ên ji xelkê xwecih, asûrî-suryanî-kildanî, ermenî, ereb û yên din, pêkve organîze bûn û beramberî DAIŞ’ê berxwedaneke xurt nîşandan. KNK’ê da zanîn ku herweha koalisyoneke navneteweyî jî di vê prosesê da xwe organîze kir û bi xebateke paralel û hevrayî ya digel hêza kurdan, êrişên DAIŞ’ê hatin bilav kirin.

Ji Başûr heta Rojava tifaqa neteweyî

Konseya Rêveber a KNK’ê wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Li dijî vê hovîtiya DAIŞ’ê ji başûrê Kurdistanê heta rojavayê Kurdistanê tifaqeke neteweyî û niştimanî jî pêk hat. Li seranserê Kurdistanê û dîasporayê pêla piştevaniyê bilind bû. Ji hêzên gerîla heta pêşmergeyan, di xeta parastina Kurdistanê de eniyeke berxwedanê pêk hat. Bi taybetî di parastina Şengal, Mexmûr, Kerkûk û Kobaniyê da, hêzên Kurdistanê mil bi milê hev têkoşîneke hevrayî nîşandan.”

Kobanî bû sembola şerê parastina Kurdistanê

KNK’ê wiha domand: “Kobanî, ji xwe bû sembola şerê parastina Kurdistanê dijî DAIŞ’ê. Dinyayê jî di vî warî de piştevaniyeke mezin da berxwedana Kobaniyê û hemû Kurdistanê. Dewleta tirk, bi awayeke sîstematîk DAIŞ û hêzên din yên tarî destek kirin û şandin ser serê kurdan. Dema ku ew hêz têk çûn, bi xwe raste rast kete êrşê û gelek deverên Rojava dagir kir. Niha jî êrîş û gefên xwe yên li Rojava di domîne. Ji serê 2015’an, bi rizkarkirina Kobaniyê pê ve pişta DAIŞ’ê hate şkênandin. Bi serketina Kobaniyê ve, hemû hêzên dijî DAIŞ’ê, di serî da YPG-YPJ, HPG û Pêşmerge, her weha desteka aktîv ya koalisyona navneteweyî, pêkve serkevtina mezin dane dest pê kirin. Cihê şanaziyêye ku ji seranserê Cihanê gelek kesên azadîxwaz û demokrat, di vîşerî de weke şervanên enternasyonal cihê xwe girtin û hinek ji wan jî şehîd ketin. Bi rizgarkirina Şengal, Minbîç, Mûsil û paşê jî bi standina Reqqayê (paytexta xîlfetê) dawiya DAIŞ’ê hate anîn.”

Bahoza HSD’ê toz ji DAIŞ’ê rakir

KNK’ê wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Lê belê, nuqteya dawiyê di van rojan da bi hemleya Hêzên Sûriyeya Demokratîk- HSD li Baxoza Dêrezorê hate danîn. Bi vê operasyona nû ve ku navê Hemleya Bahoza Cizîrê lê hate kirin, DAIŞ bi pêşengiya YPG-YPJ û berxwedana hemû Hêzên Sûriyeya Demokratîk û her wisa piştevaniya koalisyona navneteweyî, bi temamî ji nav Sûriyeyê hate ramalîn û derêxistin. Ango Bahoza Hêzên Sûriyeya Demokratîk toz ji DAIŞ’ê rakir û Baxoza di destê wan da jî ji destê wan hate rizgar kirin û dawî li vê efsaneya qelp ya DAIŞ’ê hate anîn. Niha DAIŞ, weke hêzeke leşekerî şkestiye û çi dever dibin destê wan de nemane. Di vî şerî de weke gel, me gelek bedelên mezin dan. Ji seranserê Kurdistanê, ji pêkhateyên Rojava û bakurê Suriyeyê, piranî ciwan hezaran kesên me jiyana xwe ji dest dan û şehîd ketin. Ev serketin bi ked û fedakariya wan şehîdan pêk hatiye. Bi vê munasebetê di şexsiyeta van şehîdan de, em hemî şehîdên azadiyê, bi rêz û hûrmet bîr tînin û li hember bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Serketina Kurdan û hevpeymanan ya beramberî DAIŞ’ê, di dîroka têkoşîna dijî terorê û nijadperestiyê de bûyereke mezin û dîrokî ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî KNK’ê wiha got: “KNK di serî de xelkê kurd û pêkve Kurdistaniyan ku fedakariya herî mezin nîşandan, hemû hêzên parastinê, YPG, YPJ, HPG, YBŞ, Pêşmerge û hêza leşkerî ya koalisyona navneteweyî pîroz dike, ku navçe û Dinya qet nebe di şertên îro de ji vê belaya reş ya DAIŞ’ê xilas kirin. Em bi munasebeta têkbirina DAIŞ’ê û vê serketina mezin û giring, dixwaze bala pêkve eniya dijî DAIŞ’ê bikşîne ku di prosesa nû ya piştî şikandina DAIŞ’ê de, baldariya xwe sist nekin û di navçeyê de dijî hemû hewildanên ku careke din rê li ber van tehlîkeyan xweş bike, bi hevrayî rawestin û firsetê nedin van aliyên reş û tarî û destekdarên wan. Di şerê dijê DAIŞ û hevkarên wê de, me bedelên mezin dan û em bi serketin. Ev serketineke gelek mezine. Bi vê munasebetê em bang li gelên Kurdistanê û hemî dostan dikin ku vê serketinê, bi dilekî germ û bi coş pîroz bikin.” BRUKSEL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar