Leşkerên artêş tirk topên hawanê avêtin wergehên li bajaroka Kanîmasiyê ya girêdayî Amêdiyê. Di encama êrîşan de di nava malan de ziyan çêbû
Dewleta tirk li hemberî gelên başûrê Kurdistanê êrîşan didomîne. Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên herêmê ragihandine, leşkerên artêşa tirk ji baregehên xwe yên herêm Kanîmasiyê wargehên welatiyan dan ber topan.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku leşkeran di 19’ê adarê saet derdora 10.00’an de topên hawanê avêtine cihên sivîl ên Kanîmasiyê. Di wêneyên ku hatine kişandin de, tê dîtin ku topên wanê ziyan daye malên welatiyan. DUHOK