Li Mêrdînê endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê Nesrîn Çeçen û endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Koçer Sason hatin binçavkirin. Her wiha Polîsan dest danî ser amûrên nûçeghanê MA’yê Ahmet Kanbal û nûçegihana Jinnewsê Rojda Aydin. Polîsan gef li rojnamevanan xwar
Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, li Mêrdînê endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê Nesrîn Çeçen û Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Koçer Sason hatin binçavkirin. Wesayîta endamên partiyê li têketina Mêrdînê hat sekinandin, Çeçen û Sason ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Her wiha polîsan dest danî ser amûrên nûçeghanê Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal û nûçegihana Jinnewsê Rojda Aydin ku her du jî di wesayîta endamên partiyê de bûn.
Polîsan gef li Kanbal û Aydinê xwarin. Her wiha polîsan nûçegihanê MA’yê Kanbal derb kirin û heqaret li nûçeghana Jinnewsê Aydinê re kirin. Amîrê TEM’ê ji nûçegihan Kanbal re got: “Ahmet, tu vî ruyî ji bîr neke. Ez ê te ji bîr nekim.” MÊRDÎN