Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Çalakiya Gezen ji bo me banga berxwedanê ye’

Girtiyên ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne bi rêya malbatên xwe peyam şandin. Girtiyan bal kişand ser çalakiya fedaî yê Zulkuf Gezen û diyar kirin ku çalakiya Gezen ji bo wan banga berxwedanê ye. Her wiha girtiyan dan zanîn ku raya giştî dengê wan bibihîse yan jî nebihîse dê çalakiya wan bidome

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin ev 136 roj in didomin. Her wiha çalakiya bi hezaran girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdê dane destpêkirin jî berdewam dike.

Yek ji girtiyên di grevê de Cuneyt Aslan e. Cuneyt Aslan li Girtîgeha Tîpa D Amedê di 16’ê Kanûna 2018’an de dest bi grevê kir û 97 roj in çalakiya xwe berdewam dike. Cuneyt Aslan bi rêya telefonê ji malbatê re peyam şand û ji bo çalakiya Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê çalakî pêk anî banga berxwedanê kir.

Aslan destnîşan kir ku Newroz di têkoşina wan de cihekî girîng digire û wiha got: “Wateya Newrozê di têkoşîna me de pir girîng e. Em hevalê me û pêşengê têkoşîna me Zulkuf  bi hurmetî bi bîr tînin. Hevalê me Zulkuf  bi çalakiya xwe ya fedaî pêvajoyek nû da destpêkirin. Berxwedan bêtir bi hêz kir. Em li hemberî berxwedana wî bi hurmetî bejna xwe ditewînin. Em soz didin em dê şopdarê têkoşîna wî bin. Hevalê me Zulkuf li gel hevalê pê re dimîne demek dirêj li ber xwe daye. Hemû hevalê ku Zulkuf nas kirin û li gel wî man, jê moral girtin û ji sekn û wêrekiya wî hêz girtin. Di jiyana me de bû kesayetiyek mînak.”

‘Zulkuf bû ruhê Newroza îsal’

Her wiha Aslan anî ziman ku berxwedana Gezen berxwedan nîşanî wan daye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çalakiya Gezen rê li pêş berxwedanê vekir. Sekna Zulkuf bû ruhê Newroza îsal. Em carek din hevalê xwe bi bîr tînin. Em dê şopdarê têkoşîna wî bin. Bila serê gelê me sax be. Kurdan her dem ji bo azadiya xwe li ber xwe daye. Newroz bi hezaran salan li ser vê axê bûye ruhê berxwedanê. Ji bo kurda bûye roja serhildan û berxwedanê. Gelê kurd li ser vê axê her dem bi ruhê Newrozê li dijî zilmê li ber xwe dane.”

Dê çalakî bi her awayî bidome

Ji aliyê din ve Mehmet Turgay (57) ê 26 sal e girtiye û ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Karahîsarê ya Afyonê di greva birçîbûnê de ye bi rêya hevjîna xwe Zekiye Turgay peyam şand û wiha got: “Gelê me têra xwe deng dernaxîn. Heta kengî wê li ser grevê birçîbûnê xwe ji nebihîstinê deynin? Ji hêla raya giştî ve were dîtin jî û neyê dîtin jî heta em çalakiya xwe bi serkeftinê bi encam nekin, dê ji ya xwe venegerin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar