Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Temellî: Qadên Newrozê muhteşem bûn

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî têkildarî Newroza îsal axivî. Temellî da zanîn ku herî zêde zext û zordarî, polîtîkaya tayînkirina qeyûman, tecrîd û krîza aborî di qadên Newrozê de derketin pêş. Temellî diyar kir ku stratejiya wan a di hilbijartinê de jî ji hêla gel ve hatiye pîrozkirin û da zanîn her kes ji bo têkbirina faşîzmê li benda 31’ê adarê ye

Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi milyonan kes bi dirûşma ‘Teqez em ê bi ser bikevin’ daketin qadên Newrozê. Tevî hemû astengî û ablukayên dewletê jî, bi milyonan kes herikîn qadan û bi awayekî vekirî peyamên xwe dan. Di pîrozbahiyan de mijarên herî zêde derketine pêş, tecrîda li ser Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê bûn. Beşdaran xwest ku daxwazên çalakgeran bên qebûlkirin. Têkildarî mijarê hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî ku tev li Newroza Wanê bibû ji MA’yê bi Yasîn Kobulan re axivî.

Sezaî Temellî diyar kir ku pîrozbahiyên Newrozê pir xurt derbas bûn û wiha domand: “Li qadan em bi gel re hatin ba hev. Bi taybet jî li Wan û Amedê tevlêbûna gel muhteşem bû. Li gorî çend salên berê, tevlêbûneke xurttir hebû. Berteka gel a destpêkê li dijî zext, zilm û tundiyê ye. Êdî kêr gihaştiye hestî. A duyemîn gel qeyûman qebûl nake û naxwaze vîna wan bê xespkirin. A sêyemîn jî berteka li dijî tecrîdê ye. Hemû kes baş dizane ku pêvajoya heyî, ji ber tecrîdê ye. Di nava 4 salên tecrîdê de bêhiqûqî û bê edaletî gav bi gav hat hûnandin. Di her gavê de jî gel bêhtir mexdûr kirin. Her kes dizane ku ger wiha bidome dê mexduriyetên mezintir bijîn. Ji ber vê jî dixwazin tecrîd bi dawî bibe û xwedî li grevên birçîbûnê derdikevin. Krîza aborî jî bandoreke pir mezin li ser jiyana gel dike. Gel li dijî van çar xalan daket qadan û peyama ‘em van xalan qebûl nakin’ da.”

‘Her kes li benda 31’ê adarê ye’

Di berdewamê de jî Temellî diyar kir ku vîna di Newrozê de derket holê dê mohra xwe li sindoqên 31’ê adarê bide û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê siyaseta heyî peyam û gazincên di Newrozê de baş bixwîne. Desthilatdarî êdî nikare siyasetê bike û bi tunebûnê re rû bi rû ye. Weke HDP’ê me bi stratejiya xwe, ji bo gelên Tirkiyeyê alternatîfa demokrasiyê danî holê. Li dijî siyaseta bêçaretiyê, me çareserî ava kir. Li qadên Newrozê serkeftina vê stratejiyê hat pîrozkirin. Niha hemû kes li benda 31’ê adarê ye.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar