Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Soylu: Min ferman da midûrê polîsan

Wezîre Karên Hundir Suleyman Soylu, aşkere  kir ku wî ferman daye Midûrê Polîsan ê Amedê ku destûr nedin parlamenterên HDP’ê tev li merasima cenazeyê Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê çalakî pêk anî, bibin

Zulkuf Gezen, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê çalakiya canbexşane pêk anîbû û şehîd bûbû. Dema malbatê cenaze ji Tekîrdagê anîn Balafirgeha Ataturk a Stenbolê, poîsan di şeva 18’ê adarê de cenaze ji malbatê revandibû û bi awayekî korsan defin kiribûn. Midûriyeta polîsan destûr nedabû ku malbat û parlamenterên HDP’ê tev li merasima cenazeyê Gezen bibe. Roja din jî dema hevserok û parlamenterên HDP’ê xwestin biçin goristanê ziyaret bikin dîsa polîsan destûr nedabû ku parlamenter biçin ser gora Zulkuf Gezen.

Soylu: min ferman da

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, duh li Nevşehirê tev li mîtînga AKP’ê bû û aşkere kir ku wî ferman daye Midûriyeta Polîsan a Amedê û xwestiye parlamenterên HDP’ê tev li merasîmê nebin. Soylu parlamenterên HDP’ê wekî ‘wekîlên PKK’ê’ pênase kir û wiha got: “Ez ji vana re navêjim wekîl. Ev wekîlên PKK’ê ne. Ew robotên Kandilê ne. Rojên borî li girtîgehê terorîstek mir. Wan xwest li Diyarbakirê cenazeyê terorîst pêşwazî bikin û defin bikin. Ez li Midûrê polîsan ê Diyarbakirê geriyam. Min got ‘Divê hûn wan nêzî balafirgehê jî nekin. Hûn kesî heta 1 kilometre jî nêzî goristanê nekin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar