Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Malbata Ayten Beçet a şehîd bû ber bi Stenbolê ve ketin rê

Malbata Ayten Beçet a 24 salî ya ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalana çalakiya canbexşane pêk anî û şehîd bû, ber bi Stenbolê ketin rê. Hat diyar kirin ku Beçet a 6 sal girtîbû, îro serê sibê di saet 05.00’an şehîd bûye

Girtiya siyasî Ayten Beçet, li Girtîgeha Jinan a Sergirtî ya Gebze ya Kocaelî ji bo şermezarkirina tecrîda li ser  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro serê sibê saet di 05.00’an de çalakiya canbexşane pêk anî û şehîd bû. Bavê Ayten Beçet a li Sêrtê ji dayîk bû û malbata wê li Dîlokê dijî Sabrî Beçet diyar kir ku cenazeyê keça wî li Saziya Tipa Edlî ya Yenîbosna tê girtin.

6 sal di girtîgehê debû

Bav Beçet da zanîn ku keça wî Ayten Beçet 24 salîye û 6 salin girtiye. Malbata Beçet ji Dîlokê bi rêya bejahî ber bi Stenbolê ve ketin rê û li bendêye ku sibê bigihêjin Stenbolê. Piştî kar û barên cenazeyê, li bendê ye malbat sibê cenazeyê Beçet bibin Dîlokê.

Miduriyeta Polîsan, li malbatê geriyan û ji wan xwest ku wêrisê mirinê bidin û cenaze nemîne heta roja duşemê. Malbatê li ser vê yekê li xizmên xwe yên Stenbolê geriyan û ji wan xwestin ku wêrisê mirinê nedin. Xizmên malbatê bi rêveberên ÎHD û parêzeran re dê biçin ber Saziya Tipa Edlî ya Yenîbosna.”

Peyama Ayten Beçet nedan

Li gorî agahiyan komek parêzer çûn Girtîgeha Jinan a Girtî ya Gebzeyê. Rayedarên girtîgehê di destpêkê de nehiştin ku parêzer derbasî girtîgehê bibin lê piştre destûr dan. Lê belê rêveberiya girtîgehê peyama ku Ayten Beçet li pey xwe hiştibû, neda.

Li aliyê din di 17’ê Adarê de jî Zulkuf Gezen ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê çalakiya canbexşane pêk anîbû û şehîd bûbû. Cenazeyê Gezen jî li Goristana Yenîkoy a Amedê ji aliyê polîsan ve bi awayekî korsanwarî hatibû definkirin.

Her wiha li Almanyayê jî Ûgûr Şakar ê ku di 20’ê sibatê de bi heman armancê tecrîda li ser Ocalan şermezar kiribû, agir berdabû bedena xwe di 22’yê adarê de li nexweşxaneyê şehîd bûbû. KOCAELÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar