Balefirên şer ên dewleta tirk gundê Şeranîşê yê Zaxo yê başûrê Kurdistanê bomberdûman kir
Li gorî agahiyên ku hatine girtin balefirên şer ên tirk vê sibehê gundê Şêraniş ê Zaxo yê başûrê Kurdistanê bomberdûman kiriye. Ev êrîş li dijî qadên sivîlan hatiye kirin û di êrîşê de du bombe li baxçeyê malekê ketiye. Di êrîşê de tiştek bi kesî nehatiye û xisareke madî çêbûye. Gundiyên li herêmê diyar kirin ku du wesayît, mal û baxçeyek xisar dîtine. Li Zaxoyê bi vî navî du gund hene, li gundekî Misilman û li gundê din jî Xirîstiyan dijîn. Ev êrîş li dijî gundê misilmanan hate kirin. ZAXO