Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

HSD: Em ji hemû cîhanê re radigihînin ku me serweriya DAIŞ’ê bi dawî kir

Fermandariya Giştî ya HSD’ê bi daxuyaniyekê bidawîkirina serweriya DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê ragihand. Li ser navê HSD’ê, Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî daxuyanî da û got ku bidawîbûna DAIŞ’ê li Kobanê dest pê kir. Ebdî got ku şerê li dijî DAIŞ’ê êdî ketiye qonaxeke nû

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi tevlêbûna gelek fermandaran, bi sedan şervanan, heyetên biyanî, serokeşîren herêmê û welatiyan, li Heqil Omer a Dêrazorê têkildarî Pêngava Bagera Cizîrê ku qonaxa wê ya dawî ya bi navê Şerê Tunekirinê Terorê li gundê Baxoz ê Hecînê dihat domandin,  daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla bi dehan dezgehên çapemeniyê ve bi zindî hate weşandin.

Daxuyanî bi sirûda neteweyî ya gelê kurd ‘Ey Reqîb’ dest pê kir. Piştre jî Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî daxuyanî xwend. Ebdî di serî de 11 hezar şervanên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: “Sedema serkeftina me ya li dijî DAIŞ’ê, nêzîkatiyên me yên di çarçoveya neteweya demokratîk, azadiyê jinê, jiyana hevpar û yekitiya gelan esas digire bû.Em Pêngava Bagera Cizîrê bi dawî dikin.”

‘Kobanê bû destpêka tunebûna DAIŞ’ê’

Mazlum Ebdî wiha domand: “Herî dawî li Baxozê jî dagirkeriya DAIŞ’ê bi dawî bû. Em radigihînin ku DAIŞ êdî bi bin ketiye. Şerê Kobanê yê bûye sembola berxwedana li dijî DAIŞ’ê, di heman demê de bû destpêka xelasbûna DAIŞ’ê. Piştî 5 salan DAIŞ li qadê bi binkeftineke mezin têk çûye. Me 52 hezar kîlometre axa Sûriyeyê azad kir. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de me 11 hezar şervanên xwe winda kirin û 21 hezar şervanên me jî birîndar bûn. Em hemû şervanên xwe yên di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dayîn bibîr tînin û ji birîndaran re jî şîfa dixwazin.”

Pêngava duyemîn a şerê li dijî DAIŞ’ê

Ebdî diyar kir ku di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de dest bi pêgaveke nû kirine û wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Niha jî hucreyên razayî yên DAIŞ’ê hene. Ev yek jî bi xwe re gefan tîne. Lê li dijî vê yekê jî dê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ’ê berdewam bike. Sedema her mezin a serkeftina me ya li dijî DAIŞ’ê, nêzîkatiyên me yên di çarçovya neteweya demokratîk de û esasgirtina azadiya jinê, jiyana hevpar û yekitiya gelan bû. Her wiha tevlêbûna şervanên enternasyonalîst ên ji gelek welatên cuda hatin, mil dan milê me û li dijî DAIŞ’ê şer kiribûn.” DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar