Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berpirsiyarê mirinan hikûmet e

KCD, TJA, ÎHD, EGE TUHAYDER û rêxistinên HDP’ê yên Stenbol û Kocaelî têkildarî çalakiya Ayten Beçet û grevên birçîbûnê daxuyaniyên cuda dan û xwest hikûmet bi lez berpirsiyariya xwe pêk bîne û tecrîdê rake. Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku berpirsiyarê van mirinan hikûmet e

KCD, TJA, ÎHD, EGE TUHAYDER û rêxistinên HDP’a Kocaelî, ji bo girtiya siyasî Ayten Beçet a li Girtîgeha Gezbeyê çalakiya canbexşane pêk anî daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku berpirsiyarê van mirinan hikûmet e. Dîsa saziyan bêdengiya civakê jî rexne kirin û diyar kirin ku bêdengî dukuje û xwestin li hemberî van çalakiyan bêdeng nemînin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kocaelî têkildarî Ayten Beçet a li Girtîgeha Jinan a Gezbeyê ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe çalakiyeke canbexşane pêk anîbû daxuyaniyek da. Li ser bihîstina bûyerê rêveberên partiyê, parlementer û gelek kes berê xwe dan girtîgehê. Nazeta Hevşaredariyê ya Kocaelî û Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum daxuyanî da û diyar kir ku girtî ji bo azadî û demokrasîbûna Tirkiyeyê ketine grevê. Gulum diyar kir ku girtiyên li girtîgehan ji bo mirin pêk neyên serî li rêyek wiha dane û wiha got: “Hevrêyên me yên ketine girevê dibêjin; ‘Bila li vî welatî şer êdî nemîne, bila pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane çareser bibin û tecrîda li pêşiya aştiya welat bê rakirin.’ Bi rakirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê ya li vî welatî pêk were. Hevrêyên me yên di grevê de daxwaza wan êdî bila kes nemirin, her kes wek hev bijîn. Ji bo vê ye greva birçîbûnê ya Leyla Guven daye destpêkirin li gelek deveran dewam dike. Hevrêya me Ayten ji bo şermezarkirina bêhestyarbûna desthilat û civakê çalakiyek wiha kiriye. Banga Ayten; ‘Ev bêdengî dikuje, ev bêdengî me dikuje ye’. Ji bo bêdengiyê şermezar bike dawî li jiyana xwe aniye.”

Piştî daxuyaniyê kom meşiyan Saziya Tiba Edlî ya Yenîbosnayê ya Stenbolê.

TJA: Berpirsiyar hikûmet e

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bi heman armancê daxuyanî da. TJA diyar kir ku berpirsiyarê van mirinan hikûmet û desthilat e û wiha got: “Ayten Beçet 6 salin girtîye. Li diji tecrîdkirina Ocalan û hemû gelê kurd dawî li jiyana xwe anî û çalakî pêk anî ye. Ayten Beçet, ev çalakî li dijî bêdengiya îktîdara faşîst a li hemberî daxwaza rewa a gel pêk anîye. Ev seknek şoreşgerî ye. Heta niha tu berxwedan bi qasî vê çalakiya hezaran girtiyan rewa û mafdar nebûye. Li dijî desthilata faşist a AKP-MHP’ê bi pêşengiya Leyla Guven çalakî li çar aliyan belav bûye. Çalakiya Zulkuf Gezen di şexsê Ayten Beçet de buye qêrîn. Em di serî de ji malbata Ayten re, ji hemû gelê kurd re sersaxî dixwazin. Em bang li her kesî dikin ku li çalakiya berxwedanê ya grevê xwedî derkevin.”

KCD: Hemû kesên dibêjin ez mirov im têkevin nava tevgerê

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî bi heman armancê daxuyanî da û sersaxî ji malbata Ugur Şakar, Ayten Beçet re xwestin. Di daxuyaniyê de hat diriyarkirin ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tercridê 136 rojin li ber xwe dide û heta niha çalakiyên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropa hatine asta krîtîk. KCD’ê destnîşan kir ku ji ber hikûmet gav navêje, li Almanya Ûgûr Şakar û li Girtîgeha Gebze ya Jinan Ayten Beçet û li Tekirdagê jî Zulkuf Gezen li dijî helwesta AKP- MHP’ê çalakî pêk anîne û jiyana xwe ji dest dane. KCD’ê sersaxî ji malbata Ûgûr Kaşar, Zulkuf Gezen û Ayten Beçet re xwest û xwest hemû kesên ji xwe re dibêjin mirov li hemberî vê qerîna çalakgeran bêdeng nemînin.

ÎHD û EGE TUHAYDER: Êdî bes e vê qêrîna dayikan bibhîzin

ÎHD’a Îzmirê û Komeleya Piştevaniya Malbatên Giritayn (EGE-TUHAYDER) jî bi heman armancê daxuyanî dan. Rêveberên ÎHD’ê û EGE TUHAYDER’ê li avahiya ÎHD’ê ya Îzmirê kom bûn û civîna çapemeniyê pêk anîn. Li ser navê malbatan Dayika Aştiyê Medine Kaymaz diyar kir ku kurê wê Bayram Kaymaz li Girtîgeha Tîpa F-1 a Tekîrdagê girtiyê nexweş e û wiha got: “4 mehin nikarin bi kurê xwe re hevdîtin bikim. Ez wekî dayikekê naxwazim tu kes li girtîgehê jiyana xwe ji dest bidin. Em dixwazin êdî mirin bi dawî bibin. Me di serdema hikûmeta berê de jî bang li wezareta dadê kir û me xwest ku êdî cenaze bi dawî bibin. Lê niha dîsa li girtîgehan şehadet pêk tên. Em dayik in û em aştiyê dixwazin. Em wekî malbatên girtiyan dixwazin tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Em dixwazin parêzer û malbat hevdîtinan pêk bînin. Em gelê kurd hene û em dê hebin. Em dibêjin ji vê zilmê re bes e û me vê zilmê qebûl nakin. Zarokên me girtî bin em jî nikarin xwarin bixwin.”

Êdî bes e dengê dayikan bibhîzin

Rêvebera ÎHD’ê Cemîle Karakaya jî anî ziman ku wekî parazvanên mafên mirovan li dijî mirinê mafê jiyanê diparêzin û wiha got: “Daxwazên girtiyên di çalakiyê de pir zelal in. Dixwazin hiqûq û edalet pêk bê. Dixwazin hikûmet qanûn xwe pêk bînin. Em êdî mirinê naxwazin. Bila êdî mirin bi dawî bibe. Em bang li rayedaran dikin ku êdî deng û qerîna daylikan bibhîzin. Bila êdî li girtîgehan mirin bi dawî bibe.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar