Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Serkeftina HSD’ê dê di dîrokê de bi tîpên zêrîn bê nivîsandin’

Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed, Nûnerê DYA’yê Yê Li Dijî DAIŞ’ê Wîllîam Robak û hevserokê Rêveber ê Rêveveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebd Hamid El Mehbaş di merasîma li Dêrazorê de axivîn û serkeftina HSD’ê li hemû cîhanê pîroz kirin. Axaftvanan got ku serkeftina HSD’ê di dîrokê de bi tîpên zêrîn bê nivîsandin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî rizgaririna gundê Baxozê ku noqteya dawî ya di destê çeteyên DAIŞ’ê de bû, bi tevlêbûna gelek fermandar, şervan, nûnerên rêveberiya xweser, MSD’ê, heyetên biyanî û bi dehan dezgehên çapemeniyê, daxuyaniyek da. HSD’ê ji hemû cîhanê re ragihand ku hêzên wan dawî li serweriya DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê anî û Pêngava Bagera Cizîrê jî bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê Seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, Nûnerê DYA’yê yê Li Dijî DAIŞ’ê Wîllîam Robak û hevserokê Rêveber ê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebd Hamid El Mehbaş axivîn.

Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehemd serkeftina HSD li hemû gelên Sûriyeyê û hêzên leşkerî pîroz kir û wiha got: “Ez hemû şehîdên di oxira rizgarkirina bakur û rojhilatê Sûriyeyê de canê xwe feda kirine, bi bîr tînim. Em kêliyên dîrokî dijîn. Dîrok dê vê bûyerê, fedekariya hêzên me yên leşkerî û keda gelê me yê welatparêz bi tîpên zêrîn binivîse. Hîn jî xeterêya DAIŞ’ê ya li herêmê bi dawî nebûye. Em dibêjin ku pêvajoya rizgarkirina erdnîgariyê nayê wateya tunekirina terorê. Ji ber ku hîna hucreyên wê yên veşartî hene. Divê li dijî şaneyên veşartî operasyon bên lidarxistin. Ev pêvajo dê girantir be. Her wiha dosyeya 5 hezar DAIŞ’iyên girtî divê bê vekirin û di dadgeha navdewletî de bên darizandin.  Her wiha hejmara malbatên wan jî zêdetirî 80 hezar e. Divê ev girêk bê çareserkirin. Divê hêzên navdewletî bi erka xwe rabin.”

Beriya rêveberiya xweser çareserî nepêkan e

Îlham Ehmed bang li hemû  hêzên siyasî yên cîhanê kir ku beşdarî çareserkirina siyasî ya aloziya Sûriyeyê bibin û wiha domand: “Bi rolekî erênî rabin. Hêvî dikim ku pêngava serkeftinê ji bo aştiyê gaveke mezin be. Em careke din dibêjin ku beriya tevlêbûna nûnerên rêveberiya xweser, çareserî li Sûriyeyê nepêkane.”

Robak: Em serkeftinê li HSD’ê pîroz dikin

Nûnerê DYA’yê Yê Li Dijî DAIŞ’ê Wîllîam Robak jî têkçûna DAIŞ’ê pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Dixwazim li şûna DYA’yê daxuyaniyekê bidim. Em ji gelê Sûriyeyê re radigîhin ku DAIŞ têk çû û herêmên di bin dagirkeriya wan de hatin rizgarkirin. Rizgarkirina herêman ji DAIŞ’ê, stratejiyeke mezin da koalîsyonê û hevalbendên wê. Em bi rola xwe ya di nava koalîsyonê de serbilind in. Ger ji bedelên ku hevalbendên me yên sûriyeyî dan nebûya, me nedikarî DAIŞ’ê têk bibin. Em spasiya HSD’ê û hêzên ewlekariyê yên Iraqê dikin û wan pîroz dikin. Her wiha ji hemû malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin. DAIŞ têk çû lê xebatên me yên ji bo tunekirina wan dê bidomin. Serok Trump jî got; ji bo tunekirina DAIŞ’ê em ê her tiştê pêwîst li Sûriyeyê bikin. Em destekê didin biryara 2254’an da ku çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê dixwaze.”

‘Dermanê penceşêrê li Kobanê dest pê kir’

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebd Hamid El Mehbaş jî di merasîmê de axivî û got ku hêjaye ku navê HSD’ê bibe hêzên aştiyê û wiha derbirî: “Ev roj ji bo gelê Sûriyeyê û tevahiya cîhanê rojeke dîrokî ye. Wê dîrok van kêliyan bi tîpên zêrîn binivîse. HSD’ê erka xwe ya dîrokî bi serkeftî pêk anî. DAIŞ li erdnîgariyeke pir berfireh mîna nexweşiya penceşêrê belav bû. Lê dermanê wê li Kobanê dest pê kir. Şervanên YPG û YPJ’ê li berfirehbûna wê girt. Rêveberiyên xweser û sivîl jî li hemû herêmên rizgarkirî hatin avakirin. Ev jî ji pêvajoyê re bû bersiv.” DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar