Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Revandina cenazeyan û zilma li dayikan

Bi mehan e ew bedenên ciwan ji bo kenên li ser lêvên me nemirin, bedenên xwe dane ber birçîbûn û mirinê.

Li girtîgehan, li Başûr li Bakur hema em bêjîn li tevahiya cîhanê bexwedan heye û berxwedaneke bêhempa ku heta niha di dîrokê de mînakên wê pir kêm in. Gelo em çi dikin li hemberî vê berxwedanê?

Lazim e êdî em hemû vê pirsê ji xwe bike û êdî dem hatiye ku wekî pêşiyên me gotiye; ‘Herkes destê xwe bixe bin kevir’.

Li Ewropayê bi mehan e bi dehan çalakger û canên ciwan bedena xwe dane ber birçîbûnê, lê hîn jî deng ji welatên Ewropayê nayê. Çima gelo?

Saziyek heye û peywira wê ew e ku pêşî li îşkence û tecrîdê bigire. Navê wê jî CPT ye.  Ger hebûna xwe bipejirîne gelo çima deng jê nayê? Bi bêdengiya xwe ev saziye dibe şirîkê sûcên ku desthilatdariya Tirkiyeyê dike. Tarixa dewletên ewropî li holê ye û dema mijar dibe kurd ew li hemberî hemû pêkanînên zordest û zilimkar bêdeng dimînin. Ev siyasetek dîrokî ye ku di her dema krîtîk de li dijî kurdan hatiye meşandin. Em bêdengiya van hêzên global û cîhanî fêm dikin.

Lê em baş dizanin ku dema neteweyek, pêkanînên li hemberî xwe qebûl neke û li dijî wan derkeve, ango li ber xwe bide wê demê kes nikare li dijî wê rewşê bibin temaşevan.

Di dîrokê de her tim gelên bidest ji bo rizgarkirinê li benda berxwedanekê mane. Li benda ronahiyeke ku wan rake ser piyan sekinîne. Îro dema mirov mêze dike, ew berxwedan û ew ronahî li ber çavê me hemûyan diyar e. Êdî roj ne ew roj e ku em ji hev du re bihêlin. Divê em destûrê nedin ku ew ronahya Leyla vêxistî vemire. Dîrok me efû nake ger ew canên ciwan li ber çavê me bihelin û biçin. Wan ji bo ku tecrîd rabe û civak azad bibe, çi ji destê wan hat kir.

Pergalek wisa li hemberî me ye ku bi rehetî cenazeyên me direvîne. Ev tiştên ku niha li ser gel tên kirin di demen salên 1990’î de ji dihatin kirin. Wê demê mirov direvandin û qetil dikirin. Ew zihniyet niha jî miriyan direvîne. Di dîrokê de tiştek wiha û hovitiyek wisa nehatiye dîtin.  Di şerên herî mezin de, di qetlîaman de jî ev wehşet li ser cenazeyan nehatiye kirin. Dema em li dîroka şerên mezin temaşe dikin, şer û pevçûn çend mezin be jî dema cenaze ketine erdê bi seatan navber dane û yek gule nehatiye teqandin. Ji bo ku ew cenazeyên li erdê bên rakirin, navber ji şer re hatiye dayîn.

Binêrin ka li Tirkiyeyê ev polîtîka çawa tê meşandin. Ew nahêlin ku dayik û bav şîna xwe bikin. Nehiştin ku dayîka Zulkuf Gezen a ku bi salan e bêhna kurê xwe negirtiye, carek dawî wî maç bike û bêhna wî bikişîne cergê xwe. Nehiştin birayên wî bi dilê xwe yê şewat biçin ser gora wî.

Li aliyekê dayik nikarin bedena zarokên xwe cara dawî hembêz bikin, li aliyê din jî li ber çavên dayîk û bavan, zarokên wan her roj dihêlin, can dihêlin.

Lewre jî roj ne roja sebrê ye. Êdî sebra gelê kurd nemaye. Kî çi dikare divê ji niha ve bike. Dibe ku sibê dereng be.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar