Balafirên şer ên dewleta tirk herêma Biradost a başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, îro danê sibehê ji saet 06.00 hate 07.30’an balafirên şer ên dewleta tirk herêma Xakurk, Bêstûn, Maremala û Kendegerî yên Biradost bombebaran kirin. Hat gotin ku di bombebaranê de ziyan giyand jîngeha sivîlan. BEHDÎNAN