Şêniyên gundê Nawdaruk a ser bi parêzgeha Hewlêrê gotin ku gundê wan hertim dibin çavdêriya balafirên dewleta Tirk û bomberanê deye. Gundiyan diyarkirin ji ber metirsiya dewleta Tirk ew nikarin karê lawirvaniyê bikin û jiyana wan di metirsiyê de ye
Gundê Nawdaruk yê herêma Bradost a ser bi bajarê Hewlêrê ye. Gundê Nawdarok jî weke gelek gundên din dibin metirsiya bombebaran û dagirkeriya dewleta tirk de ye. Xelkê Gundê Nawdarok li ser êrîş û dagirkeriya dewleta tirk ji RojNews re axivîn.
Muxtarê gundê Nawdaruk Hacî Hemedemîn got ku ji ber ku hertim leşkerên tirk gule bi ser wan dibarînin, nikarin derbikevin derve û karê lawirvaniyê bikin. Hacî da zanîn ji ber hertim balafirên bêmirov yên artêşa tirk li ser gundê wan difirin, ew ditirsin û nikarin ji tirsa balafirên artêşa tirk biçin gel lawirên xwe.
Muxtarê gund di dewama axaftina xwe de got ku ew ji ber tirsa bombebaran û leşkerên tirk, êdî gund weke gundê xwe nizanin û wiha pêde çû: “Em li herêma xwe bi ti awayî xwe weke xwediyê xwe nizanin. Her tim em dibêjin wê leşkerên tirk werin û em nizanin wê di dema pêş de çi bi serê me were. Ya ku em tê de ne jiyan e.”
Welatiyê bi navê Sedîq Mustefa jî li ser heman mijarê diyarkir ku leşkerên tirk heya navçeya Çiyadol hatine û metirsiyek mezin li ser niştecihên gund çêbûye. Sedîq destnîşan kir ku dema ew ji gund derdikevin, êdî nikarin vegerin malê. Ji ber ku balafirên şer yên dewleta tirk herêmê bombebaran dikin.
Sedîq da zanîn ku ew ji ber êrîşên artêşa tirk di rewşek xirab de ne û nizanin daxwazên xwe radestî kê bikin. Sedîq banga sekinandina dagirkeriya artêşa tirk kir.
Mihemed Çerx jî yek niştecihê gundê Nawdaruke û diyar kir ku ew ji ber bombebarana dewleta tirk di metirsiyek mezin de ne. Çerx da zanîn ku heya niha gelek kes ji ber êrîşên dewleta tirk şehîd bûne û wiha got: “Niha dema çûyîna nava bax û baxçeyan e. Lê ji ber bombebarana balafirên artêşa tirk em nikarin biçin nav bax û baxçeyên xwe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tiştekî ji bo me nake û rewşa gundê me jî ne baş e. Em bang li her kesê dikin daku çareseriyek ji vê rewşê re bibînin û dawî li dagirkeriya tirk bênin.” HEWLÊR