Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berxwedana Guven kete roja 137’emîn

Berxwedana çalekiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya liser Ocalan hatine destpêkirin, didomin. Di vê çarçoveyê de çalakiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven kete roja 137’an û Nasir Yagiz jî di roja 127’emîn de berdewam e

Bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hate destpêkirin. Çalakî hem li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, hem li welat û hem jî li derveyî welat pêl bi pêl mezin bû û mezin dibe. Berxwedêr dibêjin ku heta tecrîd bi dawî dibe dê çalakiya xwe bi israr berdewam bikin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi boneya rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, di 8’ê mijdara sala 2018’an de li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya Guven 137 roj li pey xwe hişt. Rewşa Guven a tenduristiyê jî her ku diçe ber bi nebaşiyê ve diçe. Lê tevî vê yekê jî Guven dibêje ku heta daxwazên wan tên qebûlkirin û tecrîda li ser Ocalan bi dawî dibe, dê bi tu awayî dest ji çalakiya xwe bernede.

Rewşa Yagiz nebaş e

Bi heman boneyê endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê dest bi  çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya Yagiz  kete roja 127’an. Rewşa Yagiz asta krîtîk derbas kiriye û roj bi roj ber bi nebaşiyê ve diçe. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a endama Koordînasyona Meclisa Îştarê Fadîle Tok ku li Mexmûrê daye destpêkirin jî di roja 64’an de didome.

Li Strasboûrg û Gallerê çalakî didome

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo rakirina tecrîdê girankirî ya li ser Ocalan, bi tevlêbûna 14 çalakgeran çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hatibû destpêkirin. Çalakiyê 98 roj li pey xwe hişt. Her wiha çalakiya Îmam Şîş a li Gallerê jî kete roja 98’emîn. Rewşa çalakgeran nebaş e û çalakger bang li sazî û rayedarên Yekitiya Ewropayê û CPT’yê dikin ku bi erka xwe rabin û ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.

Girtîgeh li ber xwe didin

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî di 16’ê kanûnê de bi tevlêbûna bi dehan girtiyên PKK û PAJK’î, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hatibû destpêkirin. Çalakiya koma destpêkê ya girtiyan kete roja 99’an. Piştre jî li girtîgeh û di demên cuda de gelek girtî ketin greva birçîbûnê. Herî dawî jî li ser navê girtiyên PKK û PAJK’î Denîz Kaya daxuyaniyek da û ji 1’ê adarê ve li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê girtî ketin çalakiya greva birçîbûnê.

Zextên li ser girtiyan zêde dibin

Bi destpêkirina çalekiyên greva birçîbûnê re zexta li ser girtiyan jî zêde bûn. Li gelek girtîgehan vîtamînên pêwîst nadin girtiyên di grevê de, di hucreyên yekkesî de tên girtin, tên derbkirin, sirgûnkirin û tenduristiya wan nayê kontrolkirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, girtiyê siyasî Zulkuf Gezen li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê û girtiya bi navê Ayten Beçet jî li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê çalakiyên fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.

Parlamenter di berxwedanê de bi israrin

Çalakiya parlamentera HDP’ê Dersîm Dag ku tevî 5 endamên HDP’ê di 3’yê adarê de dabû destpêkirin û çalakiya parlamenter Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç ku di 8’ê adarê de li avahiya HDP’ê ya Amedê tevî 2 welatiyan dabû destpêkirin jî berdewam dike. Çalakvan peyamên israra domandina berxwedanê didin.

Çalakiya Akin û Ektîren

Welatiyê bi navê Sedat Akin jî li Girtîgeha Tîpa T ya Erzînganê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dabû destpêkirin. Akin piştî ku hat berdan li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 77’emîn de didomîne. Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Bakirkoyê di 15’e çileyê de dest bi grevê kir û di 8’e adarê de hate berdan jî di roja 67’emîn de li navçeya Dêrik a Mêrdînê çalakiya xwe didomîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar