Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Şaredariya AKP’ê destûra mala şînê neda malbata Beçet

Bavê girtiya siyasî Ayten Beçet ku duh ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, Sabrî Beçet axivî û diyar kir ku şaredariya AKP’ê destûr nedaye ku şîna xwe li mala şînê bigirin. Beçet got ku Erdogan li hêlekê kurdan dikuje û li hêla din jî ji wan deng dixwaze

Girtiya siyasî Ayten Beçet (24) duh li Girtîgeha Tîpa M ya Jinan a Gebzeyê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Beçet duh êvarê li Stenbolê ji hêla polîsan ve hat revandin û di saetên şevê de anîn Dîlokê û veşartin. Tenê hiştin ku 20 ferdên malbatê beşdarî merasîmê bibin. Mala malbata Beçet û goristan jî ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Bav Sabrî Beçet der barê mijarê de ji MA’yê re axivî.

Sabrî Beçet diyar kir ku greva birçîbûnê û mirinên diqewimin ji aliyê hikûmetê ve ji nedîtî ve tên û wiha dom kir: “Em ji hikûmetê re bibêjin jî vala ye. Ev 40 salin ku ev têkoşîn didome û heman tişt tên gotin. Lê hikûmetê ji daxwaza gel re guhê xwe girtiye û ji ber vê yekê em ketine vî halî. Ger heta niha dengê me bihîstibûna, niha ev encam dernediketin.”

Dorpêça li ser malbat û goristanê

Beçet destnîşan kir ku serê sibê ji kar çûye malê û ev tişt anî ziman: “Hevaleka berê ya Aytenê ku li girtîgehê bi hev re mane li min geriya. Giriya lê tiştek negot û telefon girt. Em li ser çapemeniyê hîn bûn. Ji Stenbolê li min geriyan û gotin; ‘keça te li morga nexweşxaneyê ye û were cenazeyê keça xwe bibe.’ Em jî bi wesayîta xwe bi rê ketin. Dema ez gihîştim Enqereyê, midûrê emniyeta Dîlokê li min geriya. Ji min re got ‘Cenaze nadin we. Cenaze li gel me ye. Bi fermana dozgeriyê li balafirê siwar kirine û dê bişînin Dîlokê. Hûn nagihîjinê.’ Ji min xwestin biçim balafirgehê îmze biavêjim. Armanca wan ew bû ku cenaze bêyî me defin bikin. Em ji Enqereyê demildest fetilîn. Tevahiya rê li dû me bûn. Dema em gihîştin Dîlokê em bi zorê birin goristanê. Hemû leşker û polîsan ji bo kes tev li merasîmê nebe seferber kiribûn. Nehiştin xizmên min jî tev li merasîma cenaze bibin. Me bi çend kesan defin kir.”

‘Em xwedî li cenazeyê xwe derneketin’

Di berdewamê de jî Beçet bi lêv kir ku dewletê li seranserî rojê ji wan re zehmetî derxistine û wiha pê de çû:” Em li Stenbolê jî û li Dîlokê jî xwedî li cenazeyê xwe derneketin. Dewletê hemû hêza xwe li hemberî me bi kar anî. Lê zirara cenaze nagihîje tu kesî. Divê qêrîna ji girtîgehan bilind dibe bê bihîstin. Tenê ne gelê kurd divê hemû gelên din serî rakin. Êdî bes e bila vê pirsgirêkê çareser bikin. Ez bang li hemû dinyayê dikim, çareyek ji vê birîna dilê me re bibînin. Her kesê xwedî wijdan û bi merhamet divê li dijî van tiştên diqewimin deng derbixe.”

‘Li hêlekê dibêjin bira û li hêla din jî me dikujin’

Herî dawî jî Beçet wiha got: “Şaredariya Şahînbey a AKP’ê nehişt ku em şîna xwe li mala şînê bigirin. Em jî dê sersaxiyên xwe li ber mala xwe qebûl bikin. Em ewqas bira ne ku heta mala şînê jî nadin me. Di navbera kurd û tirkan de tu biratî nîne. Ev hemû derew e. Derketiye meydanê û dibêje ‘birayên min ên kurd.’ Kurd ne birayên we ne. Hûn kurdan weke dijmin dibînin. Tu me terorîst îlan dikî û li hêla din jî dibêje bira. Tiştekî wiha nîne. Li hêlekê ji me deng dixwazin û li hêla din jî me dikujin. Ez bang li gelê kurd dikim ku hişê xwe bidin serê xwe û van rastiyan bibînin. Heta ku gelê kurd xwedî li xwe dernekeve, dê ev rewş bêhtir bê serê me. Êdî bes e em di bin siya hin kesên din de dijîn. Em xwe bi xwe bes in.” DÎLOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar