PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Komîteya PAJK’ê ya Zindanê: Em li dora berxwedanê bicivin

Komîteya PAJK’ê ya Zindanê bi daxuyaniyekê bal kişand ser berxwedêrên ku çalakiyên canbaxşane pêk anîne û ev bang kir: “Di serî de jin, em bang li gelê xwe dikin ku li dora berxwedana Zulkufan, Ûgûran, Aytenan bicivin û ji bo kesekî din nemire, têkoşînê xurtir, berxwedanê kûrtir bikin.”

Komîteya PAJK’ê ya Zindanê derbarê çalakiya canbexşane ya Ayten Beçet ku li Girtîgeha Gebzeyê ya Kocaeliyê pêk anîbû de daxuyaniyek da. Komîteyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku heke mirovahiya pêşverû ku di vê serdemê de têgînên weke demokrasî, aştî, maf û azadiya mirovan ji bo xwe weke navgînên pêşketinê dibîne, li Rojhilata Navîn ku navenda cîhanê ye, qêrîna berxwedêrên ji bo demokrasî, azadî û aştiyê ketî greva birçîbûnê û bedena xwe dayî ber mirinê bêdeng dimîne, wê demê hêviya ji bo pêşerojê her ku diçe kêmtir dibe! PAJK’ê bi berdewamî wiha got:“Berxwedana hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji roja 136’an bihurî. Ji ber mafdar û rewabûna vê berxwedana Guven bi hezaran kes û li gelek deverên cîhanê, li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê xwedî li vê berxwedanê derketin. Jin û ciwanên kurd, weke hevrêya xwe Zîlanê ku gotî, ‘Xweziya ji canê min zêdetir tiştek hebûya min bida’ li her derê ketine greva birçîbûnê û mohra li binê berxwedana li dijî faşîzmê didin.”

Dema bilindkirina berxwedanê ye

PAJK’ê wiha dirêjî da daxuyaniya xwe:“Gelê me li her derê li ber xwe dide û mohra xwe li binê serkeftinên mezin dide. Lê belê ev ji bo şkandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê têrê nake. Lewre divê em berxwedana xwe bilindtir bikin û berxwedanê kûrtir bikin, hêj sibê dereng nebûyî! Hevrêya me Ayten Beçet, hêj di bihara temenê xwe de jiyana wê, azadiya wê jê dizîn, girtin xistin zindanê. Hê di temenê biçûk de vê têkoşera azadiyê li hemberî zilma li ser gelê xwe bêdeng nema û bi awayekî canbexşane bedaldayîn da ber çav. Ligel vî temenê xwe yê ciwan, Rêbertî baş fêm kiriye û bi sekn û tevlibûna xwe ya şoreşê, bandor li hemû hevrêyên xwe kiriye. Belê wê, bi çalakiya xwe ya canbexşane nîşan daye ku em li kuderê bin bila bibin, dê jin li dora Rêbertiya xwe bibin çembereke ji agir, heta dawiyê xwedî li Rêbertiya xwe derkevin; heke jiyaneke bibe dê azad be, heke ne azad be dê nebe, jiyaneke bê Rêbertiyê qebûl nekiriye. Xwedîderketina li têkoşîn û berxwdana wê, xwedîderketina Rêbertî û xeta azadiya jinê û armancên wê yên azadiyê ne. Xwedîderketina li cenazeyê wê, xwedîderketina li nirxên mirovahiyên ne. Lewre di serî de jin, em bang li her kesî dikin ku li dora berxwedana Zulkuf, Ûgûr û Aytenan bicivin û ji bo şahadetên din çênebin, têkoşîn û berxwdanê bilindtir bikin.”

‘Bêdengî erêkirina mirinan e’

Komîteya PAJK’ê ya Zindanê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser bêdengiya heyî û ev tişt ragihand:“Roj ne roja bêdengmayînê ye. Roj, roja bilindkirina berxwedana van zarokên egîd ên gelê kurd e. Lewre divê her kes peyama hevrê Zulkuf û Ûgûr û Aytenê dayî baş bixwine û bikeve nav tevgerê. Çalakiya wan, di heman demê de bertekeke li hemberî vê bêdengiyê ye jî. Bertekeke li dijî bêdengiya dewlet û saziyên navneteweyî ye. Lewre divê tu kes li dijî vê tecrîdê bêdeng nemîne, her beşên civakê rabe ser piyan bertek raber bike. Bêdengmayîn, erêkirina mirinan e. Kî/ê li hemberî vê bêdeng bimîne wê di nav bêdengiya xwe de bifetise û wijdana wan, wan bişewitîne. Her wiha wê dîrok ji wan hesab bipirse. Em bang li saziyên navneteweyî dikin; desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku ji bêdengiya we xwe sûd digire, her roj bêtir êrîşkar dibe. Her ku hûn xwe li ker-kor-lalîtiyê datînin, nirxên mirovahiyê yek bi yek tên kuştin û sûcê mirovahiyê tê kirin. Heke hûn naxwazin bibin hevparê vî sûcê mirovahiyê, divê hûn demildest bikevin nav tevgerê û daxwazên berxwedêran pêk bînin. Nexwe hûn ê bibin esîrê faşîzmê û wê agirê Newrozê yê Zulkuf, Ûgûr û Aytenan pê xistî, wê we bişewitîne.”

Komîteyê herî dawî ev tişt anî ziman: “Her bedela ji bo jiyana azad tê dayîn, heke ji bo jiyaneke watedar be pîroz e. Têkoşîna me ya ku bi salan e em didin, heke ji bo jiyankirina gelê me ya li Kurdistaneke azad be, divê armanca me ji rikê zaliman ve ew be ku em bijîn û bidin jiyîn. Soza me dayî şehîdên xwe nêz e ku em xeyalên wan pêk bînin.”BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar