Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Mizgîn Sirnaç li Mêrdînê hate binçavkirin
Polîsên dewleta tirk li navçeya Artuklu ya Mêrdînê bi ser mala xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Mizgîn Sirnaç de girtin. Di encama serdegirtina malê de Sirnaç hate binçavkirin.
Hat zanîn ku Sirnaç a ku saet di 11.00’an de hatiye binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê. MÊRDÎN