Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Gel barîkat derbas kir û sersaxî ji malbata Beçet xwest

Tevî hemû astengî û barîkatên polîsan jî bi sedan welatiyên Dîlokê li gel parlamenterên HDP’ê meşiyan û bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ xwe gihand mala Ayten Beçet. Girseya ku sersaxî ji malbatê xwest, peyamên piştgiriyê dan

Cenazeyê girtiya siyasî Ayten Beçet a 24 salî ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, ji hêla polîsan ve hate revandin û bi awayekî korsanî di nîva şevê de li Dîlokê hate veşartin. Ji ber ku şaredariyê destûr neda malbata Beçet ku şîna xwe li Mala Şînê ya Şaredariya Şahinbêyê dane, malbatê li ber deriyê mala xwe kon veda.

Parlamenterên HDP’ê û bi sedan welatî jî ji bo sersaxiyê di serî de li avahiya HDP’ê ya Şahinbeyê kom bûn û xwestin piştî daxuyaniyê derbasî cihê şînê bibin. Girseya ku ji parlamenterên HDP’ê Fatma Kurtulan, Tulay Hatîmogullari, Ridvan Turan, Ayşe Surucu, Semra Guzel, Salîha Aydenîz, Ayşe Acar Başaran, Omer Ocalan, Mahmut Togrul, Kemal Pekoz, Nusrettîn Maçîn, bi sedan welatiyan û endam û rêveberên HDP’ê yên Dîlok, Mêrsîn û Edeneyê pêk dihat xwestin daxuyaniyê bidin. Di daxuyaniyê de girseya pankarta ‘Ayten Beçet nemir e’ û wêneyê Beçet vekirin. Di dema daxuyaniyê de polîsan xwest êrîşî girseyê bikin. Lê tevî vê yekê jî daxuyanî hat dayîn.

Daxuyanî hat dayîn

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat bibîrxistin û bang li gel hat kirin ku li dijî tecrîdê bêhtir bi hestiyar tevbigerin û xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derbikevin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Ayten Beçet bi çalakiya fedaî tecrîd şermezar kir û ji bo ku dawî li mirina bê, divê rayedarên dewletê dawî li tecrîdê bînin.

Gel barîkat nas nekir

Piştî daxuyaniyê jî girseyê xwest bi meşekê derbasî mala malbata Beçet bibe. Lê polîsan barîkat danîn û xwestin ku girseyê asteng bikin. Lê girseyê barîkatên polîsan derbas kirin û ber bi mala Beçet ve meşiyan.. Girseya ku di nava kolan û taxan re meşiyan, bê navber dirûşmên ‘Şehîd namirin’  û ‘Bijî berxwedan zindanan’ berz kirin. Girsê piştî xwe gihand malbata Beçet, tililî û dirûşm berz kirin. Girseyê ji malbata Beçet sersaxî xwest. DÎLOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar