Li Wanê, welatî ji bo Zehra Saglam a bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya canbexşane pêk anî û şehîd bû, meşiyan
Welatiyên Wanê ji bo Zehra Saglam a bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan li Girtîgeha Tîpa T a Oltû çalakiya canbexşane pêk anî û şehîd bû, meşiyan. Li Taxa Bostanîçî ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê girseyê, ji bo Leyla Guven a 137 rojin di greva birçîbînê deye pankart vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Girse heta Taxa Esenler meşiya. Parlementera HDP’ê Mûazzez Orhan jî di meşê de cihê xwe girt. WAN