Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Newroza ji yekdestdariya Firdewsî filitî

Cejneke ku bi vî awayî xurt bi referansên aktuel mane lê hatiye barkirin, bi hêsanî dikare xwe weke stûneke sereke a avaker bi gewde bike

Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Luqman Guldivê têkildarî dîroka Newrozê nivîsand û tevahiya nivîsa Guldivê wiha ye;

“Di pêkhatina nasnameyê de ziman yek ji esasan diyar be jî, ew yekane stûna vê malê nîne. Stûnên din jî hene û hin ji wan mîna ziman avaker in jî. Yek ji van ezmûnên giştî yên mîna rojên taybet in. Di civaka kurdî de, bi têkoşînê gelek rojên taybet hatibin afirandin jî, Newroz û mîta li dora wê hûnandî, hîç guman û şik jê nîne ku yek ji van hêmanên avaker be. Helbet ne mîta Firdewsî nivîsandî ku ew tenê yek ji wan versiyonên devkî bû ku gelekî muhtemel e ku heta nivîsandina wî li nav kurdan jî ewqasî belav nebû. Gava mirov radihêje mîta di Firdewsî de û wê ji hev dixe, ya derdikeve pêşiya me roleke nepixandî yê melik û şahan e ku di tevahiya çîrokê de diyarker e. Ji Cemşîd û gunehê wî yê xwe xweda dîtinê, heta bi Dehaq (Zohaq) ê ku taristanê serwer dike, nepixandinên dewr û dewsa melik in di nava tevahiya civakê de. Jixwe, ev çîroka hanê di “Şahname” ya ji 60 hezar beytî de ji bo Mehmûdê Xezneyî nivîsî (di navbera 977 û 1010´an de hatiye nivîsandin) de hatiye gotin, dewra Kawa, û wan ciwanên li çiyê ji zilma Dehaqî hatine rizgarkirin, piçûk dike. Firdewsiyê Tûsî bixwe, li xwe mikur tê ku gelek versiyonên devkî yên Dehqanan (di dewra dawî ya Sasaniyan de ev mirov weke arîstokrasiyeke cihî, yan jî xwedîerdan dihatin qebûlkirin, paşê bi maneya gundî, cotyar û kurmanc di farisî de hat bikaranîn) ji bo Şahnameya xwe bi kar anîbin jî, wî ji “şah” re û weke “şahname” nivîsî.

Ji ber wê yekê ji nû ve sêwirandina mîtosa Kawa, weke mîteke damezrêner di nava kurdan de dewra Newrozê jî di vê avakirinê de heyatî dike. Jixwe, herî xurt vê sêwirandinê bi PKK´ê û Abdullah Ocalan di nava kurdan de cihê xwe girt. Belesebeb nebû ku di kasetên deng ên Ocalan ên li Kurdistanê hatî belavkirin de mîta Newrozê xwedî cihekî navendî bû û Kawa qehremanê sereke bû. Kawa weke rêberekî tê sêwirandin ku berxwedanê birêxistin dike û serhildanê bi rê ve dibe, herî dawî jî tevî cwanan dawiyê li taristana Dehaqî tune. Navê Cemşîd êdî nayê binavkirin jî û ji wan ciwanan û ji rêberê wan Kawa miletek çêdibe, ew jî kurd in. Ev sêwirandina xurt xwedî hin bingehan e jî. PKK´ê pirr girîngî bi rojên taybet û referansên dîrokî dida. Çalakiya Mazlûm Dogan di Newrozê de ji bo ji nû ve sêwirandina vê mîtê belkî jî yek ji kevirên hîmî bû; analojiya di navbera Mazlûm (Kawayê hevçerx) û Kawa de wê bi gotarên PKK´ê ne tenê di nava xelkê de ku ev gotar yekser bi rêya PKK´ê digihişt wan belav bibûna, ew ê di nava hema hema her kesî de bi vî rengî bihatana qebûlkirin. Referansên nû, wê ev mîta hanê bikirana mîteke zindî. Û Newroz ji nû ve dihat sêwirandin, ew ne tenê sersal bû êdî, ew ne tenê adarû, zîpa, Çarşema Reş û Çarşema Sor (Sûrî) bû; ew cejna berxwedan, serhildan û serketinê bû; ew bibîranîna wê rojê bû ku roniyê bi têkoşînê zora taristanê û zulmatê dibir.

Cejneke ku bi vî awayî xurt bi referansên aktuel mane lê hatiye barkirin, bi hêsanî dikare xwe weke stûneke sereke a avaker bi gewde bike. Wê ev kir jî, sedema girseyên li seranserê Kurdistanê (nexasim li Bakur, Rojavayê Kurdistanê û li Dîasporayê) ev e. Ez bi xwe jî ji bo zarokên xwe yên hîna hûr, hewl didim ku ev roj weke rojeke taybet bi kurd bê hiskirin. Beriya Newrozê kela canê wan radikim, behsa wê dikim. Roja Newrozê cilûbergên kurdî li xwe dikim, wan dibin çalakiyên Newrozê. Pêrar min keça xwe ya hingê 5 salî re behsa versiyoneke bê şidet a mîta Kawa kir, îsal jî kurê min Newrozê bû 5 salî û li baxçeyê zarokan hem ji wî re û hem jî ji yên mayî re min şanoyeke kurt a heman mîtê amade kir û kêfa zarokan hemûyan jê re hat. Ji bo kurê min jî ew hîsa ku Newroz rojeke gelekî taybet a kurdan e, ma. Hebûna referansên xurt ji bo rojên taybet û cejnan, hem kesayetê xurt dike, hem pirsgirêka nasnameya şexsî dike kêm pirsgirêk û hem jî di nava civakên fena ya me derb li zimanê wan ketî, dibin pêçana birînê. Bila şûna ziman negire, na, lê dîsa jî ji bo ziman ne weke yekane stûna navmala kurdî xuya be, xwedîderketina li hêmanên avaker ji bo nasnameyê muhim e. Newroz careke din li we pîroz be û bibe minasebeta serketina azadiyê, serketina ronahiyê li dijî taristana zulmatê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar