Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Girtiyên li Odemîşê: Êdî veger tuneye

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Odemîş ku di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne bi rêya malbatên xwe diyar kirin ku dê encama çalakiya wan ji bo desthilatdariyê pir giran be û dan zanîn ku di berxwedana wan de hevalên wan canê xwe feda kirine û êdî vegera çalakiya wan tuneye

Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîda li  ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 138’an de. Her wiha ya çalakiya 7 hezar girtiyên siyasî yên bi heman armancî dane destpêkirin jî didomin. Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê, bi rêya malbatên xwe daxuyanî dan û xwestin tecrîd demildest bi dawî bibe.

Girtiyan diyar kirin ku ew dixwazin madeya qanûna hejmara 5275 bê bi cih anîn û wiha gotin: “Dewlet qanûnê xwe binpê dike. Hevalên me li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn. Çalakiya fedaî ya hevalên, nîşan da ku heta berxwedana me bi encam bibe, dê berdewam bikin. Em pir xemgînin, lê em li ser xwe ne. Çalakiya me dê bidome. Em bang li hemû kesan dikin ku li dora berxwederên grevên birçîbûnê bibin xelek.”

 ‘Êdî veger tuneye’

Girtiyan da zanîn ku desthilatdarî grevên birçîbûnê ji nedîtî ve tê û ev peyam dan: “Hikûmet vê hesabê dengan dike. Dixwaze li ser vê yekê dengan qezenc bike. Lê ev hesabê wan dê vala derkeve û encama çalakiyên me jî dê ji bo desthilatdariyê pir giran be. Di berxwedana me de hevalên me canê xwe feda kirin. Êdî xwîn tev li vî karî bûye. Êdî veger tuneye. Berî her tiştî em bang li gelê xwe dikin ku deng bidin berxwedana me. Em ê tecrîdê bişikînin. Em banga piştevaniyê li hemû kesan dikin.”

Girtî Ûgûr Çîçek, Mehmet Kaplan û Serhat Guzel ji 26’ê Kanûna 2018’an ve li Girtîgha Tîpa T a Odemîş di greva birçîbûnê de ne. Di 1’ê Adarê de jî gelek girtî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar