Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Medya Çinar a şehîd bû ji doza Nisêbînê dihat darizandin

Medya Çinar a li Girtigeha Tîpa E ya Mêrdînê bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike çalakiya canbexşane pêk anî û şehîd bû, ji doza Nisêbîne dihat darizandin

Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiya jin Medya Çinar li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya canbexşane pêk anî û şehîd bû. Hat zanîn ku Medya Çinar ji doza Nisêbînê tê darizandin û ji bo tevlêbûna danişînê,  ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê anîne Mêrdînê.  Hat diyar kirin ku Çinar di saetên serê sibê de çalakî pêk anîye û şehîd bûye. Çinar di 31’ê gulana 2016’an de ligel 42 kesan li navçeya Nisêbînê di berxwedana xwerêveberiyên cewherî de hatibû girtin. Her cara ku tev li danişê bû diyar kiribû ku rastî îşkenceya herî giran hatiye. Çinar di parastinê de gotibû “Ger ku îro li dijî vê zilmê têkoşîn nebûya dê îro dîsa heman tişt dubare bûbûya.” Çinar, di danişîna dawî de tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan red kiribû û bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê nebûbû.

Rawestina malbata Çinar, parlamenterên HDP’ê yên Mêrdîn Pero Dundar û Tûma Çelîk û rêveberên HDP’ê û welatiyên Mêrdîn a li ber Saziya Tipa Edlî ya Nexweşxaneya Mêrdînê didome.

Berê jî Zulkuf Gezen bi heman armancê di 17’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet di 23’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam di 24’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Oltu  ya Erziromê çalakî pêk anîn û şehîd bûbûn. Ûgûr Şakar jî li bajarê Krefeld ê Almanyayê di 20’ê Sibatê de bi heman armancê çalakiya xweşewitandinê pêk anîbû di 22’ê Adarê de li nexweşxaneya ku dihat dermankirin şehîd bûbû. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar