KCK’ê bi daxuyaniyekê serkeftina şervanên HSD’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê pîroz kir. KCK’ê da zanîn ku DAIŞ di serî de li Şengal û Mexmûrê hate sekinandin û li Kobanê jî derba herî giran xwar. KCK’ê diyar kir ku DAIŞ ji aliyê sîstemeke siyasî û xeteke îdeolojîk a ku jiyana bi rengê biratî, demokratîk û azad afirand, hate têkbirin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî serkeftina şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li hemberî çeteyên DAIŞ’ê pîroz kir. Di daxuyaniyê de KCK’ê destnîşan kir ku DAIŞ ji aliyê sîstema siyasî û xeta îdeolojîk a ku jiyaneke biratî, demokratîk û azad afirandiye hatiye têkbirin.
Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:
“Çeteyeke ku kiribûn belayê serê gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê, bi rêbazên herî wehş bi sedhezaran mirov kuşt, birîndar kir û seqet hişt. ‘Xîlafet’a ku vê çeteyê ava kir û serdestiya wê ya li Sûriyeyê, di 23’yê adarê de ji holê hatin rakirin. Em şervan û gelên kurd ên rê li ber vê serkeftinê vekirin bi rêzdarî silav dikin, serkeftina wan pîroz dikin. Di serî de kurd, gelên demokrasî û azadîxwaz DAIŞ têk birin. Bi HSD’ê re ku li Sûriyeyê kurdan, ereban, asur, suryanan, tirkmenan û gelên din ava kirin, hemû herêmên di destê DAIŞ’ê de hatin rizgarkirin. Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û hêzên li pişt wê de, di serî de Tirkiye; em şervanên ereb, kurd, suryan, tirkmen û enternasyonalîst ên di vê têkoşînê de şehîd bûn bi minet bi bîr tînin û ji gaziyan re jî şîfa xêrê dixwazin.
Berxwedana Kobanê
DAIŞ’ê derba destpêkê ya têkçûnê li Şengal û Mexmûrê xwar. Êrîşa qirkirinê ya li Şengalê û hewldana ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê bi berxwedana gerîlayên Kurdistanê hate astengkirin. Derba herî mezin a têkçûnê jî li Kobanê xwar. Bi têkçûna li Kobanê re DAIŞ serberjêr bû. Çawa ku berxwedana Stalîngrad a Şerê 2’yemîn a Cîhanê çarenûsa şer guhert, berxwedana Kobanê jî rê li ber pêvajoya têkbirina bi temamiya DAIŞ’ê vekir. Di dema berxwedana Kobanê de gelê bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nîşan da ku ew piştevanê herî mezin ê berxwedana Kobanê ne. Gelên dinyayê hemûyan jî bi roja 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê re moraleke mezin da vê berxwedanê. Ya ku DAIŞ bi esasî têk bir, yekbûn û têkoşîna mirovahiyê ya li dora berxwedana Kobanê bû. Hêzên koalîsyonê jî piştî vê qonaxê piştgiriya hewayî dan hêzên berxwedanê.
‘Ya ku mirovahî gihand hev, sîstema demokatîk bû’
Ya ku mirovahî di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de gihand hev, sîstema demokratîk, berxwedana bi heybet û îdeolojiya berxwedêrên Kobanê bû. Şoreşgerên Rojava ku li Rojava şoreşa demokratîk pêk anîn, ev şoreş bi ereb, suryan, tirkmen, ermen, çeçen û çerkezan re li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û Efrînê belav kirin. Bi perspektîfa konfederalîzma demokratîk têkoşiyan ku dewlet û desthilatdariyê esas nagire, îradeya demokratîk a gelan û xweseriya demokratîk weke modeleke çareseriyê ya rast bi rêxistin dike, ji pirsgirêkên ku DAIŞ’ê ew îstîsmar dikir re çareseriyeke rasteqîn dîtin, karakterê dijminatiya li mirovahiyê ya îdeolojiya DAIŞ’ê aşkera kirin û ruhê DAIŞ’ê standin. Di encama vê yekê de, li pêşberî xeta îdeolojîk-siyasî ya gelên bakurê Sûriyeyê DAIŞ kete rewşeke welê ku bû rêxistineke tenê şîdetê dike. Ji aliyê hêzên demokratîk şoreşger ên xwedî sekneke xurt a îdeolojîk û hêza xurt a moralê ye, hate têkbirin. Ger ev xeta îdeolojîk, projeya jiyana polîtîk û civakî nebûya, tu hêza leşkerî nekarîbû encamê bigire. Ji xwe heta ku hêzeke xurt a polîtîk û îdeolojîk derneket hemberî wan, tu artêş li ber nedisekinî.
Heta ku rast neyê fêhmkirin bê DAIŞ çawa hate têkbirin, nepêkane ku ji niha û pê ve têkoşîneke rast bê meşandin, bingeha îdeolojîk bê têkbirin, bandora wê ji holê bê rakirin û desteka civakî bi temamî bê tunekirin. Ger têkoşîn bi rengekî rast neyê kirin, hucreyên veşartî dibe ku DAIŞ’ê ji nû ve derxînin holê.
Tevî ku DAIŞ bi piştgiriya hin hêz û dewletên cuda weke projeyeke polîtîk û îdeolojiyeke jirêderketî derket holê, sedema bingehîn a vê yekê rastiya Rojhilata Navîn e ku demokratîk nabe. Ya ku bûye bingeh ji afirandina çeteyên mîna DAIŞ’ê ew yek e ku nêzîkatiyên li rastiya çandî, civakî û dîrokî ya Rojhilata Navîn nayê, tên ferzkirin. Bi taybetî sîstemên otorîter û zordar ên li Rojhilata Navîn e ku xwe dispêrin hêzên derve û li ser gelan ferz dikin. Ev sîstem, sîstemên navendîperest in ku zîhniyeta wan a mezhepperest-neteweperest li pêşiya aştî û aramiyê asteng in û derfetên aboriyê hemûyan ji bo kontrolkirina jiyana siyasî û civakî bi kar tînin.
Neteweya demokratîk
Hîn berî DAIŞ derkeve holê, Rêber Apo rastiya van desthilatdaran dît ku Rojhilata Navîn di nava pirsgirêkên siyasî, aborî, civakî û çandî de difetisînin û ji bo derketina ji nava kaosa kûr a Rojhilata Navîn alternatîfên aborî, çandî, civakî û siyasî danî holê. Ev alternatîf jî feraseta neteweya demokratîk e ku li dijî her rêbazên feraseta mezhebî û neteweperestiya etnîkî xwe dispêre civaka demokratîk a rêxistinbûyî. Destnîşan kir ku pirsgirêkên ji ber desthilatdariyên navendîperest ên li Rojhilata Navîn rû didin ku zextê li jinan dikin, encax bi paradîgmaya civaka demokratîk ekolojîk azadîparêziya jinê ya ku xwe dispêre neteweya demokratîk çareser bibe. Bi vî rengî rêya çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn ên giran nîşan da.
Berxwedana gelê kurd bingeha civaka demokratîk ava kir
Serkeftina şoreşa demokratîk a li Rojava û jiyana bi rengê azad, biratî û bi hev re ya gelên cuda, kir ku di nava şer û kaosa Rojhilata Navîn de veguhere qadeke demokrasiyê. Ev yek li ser bingeha xeta siyasî û îdeolojîk a Rêber Apo pêk hatiye. Gelên ereb, suryan, tirkmen, çeçen û ermen bi kurdan re bûn neteweyeke demokratîk û bi ser ketin. Berxwedana gelê kurd a li dijî DAIŞ’ê û hemû êrîşan li ser bingeha civaka demokratîk a rêxistinbûyî û azadîparêziya jinê hate kirin, lewma ev şoreş di heman demê de bû şoreşa jinê. Ciwan û gelê ereb ku DAIŞ’ê xwe dispart wan, cihê xwe di nava vê têkoşînê de girtin û di têkbirina DAIŞ’ê de roleke girîng lîstin. Ev berxwedan bi coşa jiyana demokratîk û azad hate kirin. Hêzên rûyê wan tarî yên ku xwestin jiyaneke tarî biafirînin bi vî rengî têk çûn.
DAIŞ ji aliyê sîstemeke siyasî û xeteke îdeolojîk a ku jiyana bi rengê biratî, demokratîk û azad afirand, hate têkbirin. Ji ber ku çek ji aliyê xeteke bi vî rengî ve dihate birêvebirin û ji aliyê şoreşgerên xwedî moralê vê xeta îdeolojîk ve dihate bikaranîn, hêz û çeka DAIŞ’ê bêbandor bûn. Ger projeyeke bi vî rengî ya jiyanê û xeta îdeolojîk nebûya, çek çiqasî yên herî pêşketî bûna, çiqasî êrîşên hewayî bihata kirin jî li dijî DAIŞ’ê encam bi dest nediket.
Parastina sîstema demokratîk girîng e
Ev rastî nîşan dide; ji bo bingeha civakî û bandora îdeolojîk a DAIŞ’ê were bêbandorkirin ku hîn jî heye, ji bo bi temamî bê tasfiyekirin pêwîstî bi projeya jiyana azad a çandî, civakî, siyasî ya li ser xeteke îdeolojîk a demokratîk û azadîparêz heye. Ji ber vê yekê, hebûn û parastina sîstema demokratîk a li bakurê Sûriyeyê gelekî girîng e. Bi vê xet û projeya jiyanê DAIŞ ne tenê li Sûriyeyê li tevahiya Rojhilata Navîn dikare were bêbandorkirin. Ger ev rastî neyê fêhmkirin û bi rêbazên leşkerî ya jî zor û zextê hewl bê dayin ku bandora îdeolojîk û bingeha civakî ya DAIŞ’ê bê tunekirin, ev yek dê bibe xefleteke dîrokî. Dibe ku firsend û derfetê bide ku bi navên cuda rêxistinên cuda yên jirêderketî biafirin.
AKP-MHP zîhniyeta DAIŞ’ê diafirîne
Desthilatdariya AKP-MHP’ê xwedî pêkanîn, polîtîka û zîhniyeteke welê ye ku niha hem li Tirkiyeyê, hem li Rojhilata Navîn DAIŞ’ê, zîhniyet û rêxistinên bi heman rengî diafirîne. Ev desthilatdarî her roj, her saet zîhniyet û rêxistinên mîna DAIŞ’ê diafirîne. Atmosfereke civakî, siyasî û îdeolojîk diafirîne ku rêxistin û zîhniyetên mîna DAIŞ’ê derketin holê. Mîna zîhniyet û desthilatdarên faşîst hemûyan, timî hinekan weke dijmin nîşan dide û dike dijmin. Hewl dide bi vî rengî desthilatdariya xwe bidomîne. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi vê karaktera xwe re bingeha polîtîka û zîhniyeteke welê datîne ku ne tenê li Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn rê li ber metirsiyekê ji bo mirovahiyê veke. Ger pêşî li vê zîhniyet û polîtîkayê neyê girtin, dema bê dibe ku rêxistinên nû, hêzên êrîşkar ên ji bo mirovahiyê bi taybetî ji bo gelên Rojhilata Navîn metirsîdar bin derkevin holê.
Banga ji bo hemû mirovahiyê
Ev rastî nîşan dide; ger li dijî çete û rêxistinên mîna DAIŞ’ê yên li derveyî mirovahiyê têkoşîneke rast a îdeolojîk û bi bandor neyê dayin, têkoşîna jiyana azad û demokratîk neyê kirin, nepêkane ku pêşî li rêxistinên wiha bê girtin. Li ser vê bingehê, em bang li mirovahiyê û gelan hemûyan dikin ku li dijî zîhniyet û rêxistinên mîna DAIŞ, El Nusra, AKP-MHP’ê, li ser xeta civaka demokatîk a rêxistinbûyî ya azadîparêziya jinê û neteweya demokratîk, têkoşîna azadî û demokrasiyê mezin bikin û Rojhilata Navîn a Demokratîk û mirovahiya azad biafirînin.” BEHDÎNAN